Rasyonalîzm (ji Latînî ratio – ango aqil) yek ji ekolên felsefe û lênerîna jiyanê û dinêyê ko bi aqil realîteyan fehm dike. Ew bi felsefeya xwe li hembera Emprîzmê ko agahiyên mirov bi hesên mirov rave dike dime. Ew herdu ekolan çiqas li hembera hev dimên jî emprîst bitunî realîzmê, realîst jî bitunî emprîzmê red nakin. Di ciyawaziya navbera wan de ewê ko rasyonalîst lênerînê xweya dinê li ber gîşkê didina ber aqil, emprîst jî li ber gîşke lênerîna xweyên dinê didina ber hesan.

Rasyonalîzm di sedsala 17'an de li Fransayê derketibû. Pêşenga vê fîlozofiyê René Descartes bû. Descartes fikrên xwe bi zanyarî û felsefeya ko bi geometrî şirove kirinî der xistibûn. Wî digot ko bingehên feresatê bi êqil pêk tê. Yên li ser wê wan bilind kirin jî, mirov dikare bi têkdehatinê(deduktion) çareser bike.

Fîlozofê Holandî Baruch Spinoza û almanî Gottfried Wilhelm Leibniz rasyonalîzma kartezyênî pêşdexist. Fikrên wan li hembera emprîstîn brîtanî John Locke û David Hume disekinî. Dîsa rasyonalîzm bi armanca xweyê agahiyên vebirî li hembera Skeptîzmê disekinî.

Epîstemolojîyê (lêkolîna zanînê) Rasyonalîzmê li felsefe derve di beşên zanyariyên din jî hat nerîtandin.

Girêdanên derve

biguhêre