Pontos

Heremekî li bakurê rojhilatê Anatoliyayê
(Ji Pontûs hat beralîkirin)

Pontos (bi yewnaniya kevn: Πόντος, lat. Póntos, bi latînî: Pontus) devereke dîrokî li bakurê rojhilatê Anatolyayê ye. Di demên antîk de yek ji navên Deryaya Reş bi yewnaniya kevn: Πόντος Εὔξεινος, lat. Póntos Eúkseinos bû (bi latînî: Pontus Euxinus) ku navê gelê pontî jî heman dihate binavkirin. Pontos wekî peyv tê wateya "Derya bi xof" lê Deryaya Reş tê bibîrxistin[1].

Pontos (Πόντος)
Herêmeke dîrokî ya Anatolyayê
Dîmenek ji gundekî Pontosê.
Dîmenek ji gundekî Pontosê
CihBakur-rojhilatê Anatolyayê, li ber Deryaya Reş
Gelên dîrokî yên PontosêÇalîbî, leukosîrî, makronî, mosînîkî, muşkî, tîbarenî, laz, gurcî, ermen, kîmerî, yewnanên pontî, cihû, hemşîn, çepnî
Navê nîştecihanPontî, yewnanên pontî, xelkê Pontosê
Serbajarên dîrokîAmasya, Neocaesarea, Sînop, Trabzon
Mîrên pontîMîsrîdatîs I, 302-266 berî zayînê
Ariobarzanîs, 265-255
Mîsrîdatîs II, 255-220
Mîsrîdatîs III, 220-185
Farnakîs I, 185-169
Mîsrîdatîs IV Fîlopator Fîladelfus, 169-150
Mîsrîdatîs V Eueryetîs, 150-120
Mîsrîdatîs VI Eupator, 120-63
Herêma dîrokî ya Pontosê
Welatê dîrokî yê Pontosê heya damezrandina Komara Tirkiyê. "Black Sea" bi wateya Behra Reş îngilîzî ye

Welatê Pontos bajarên Trabzon, Sinop, Samsun, Rize û Kolxîsa Gurcistanê û hin herêmên Ermenistanê dihewand. Di dema Împeratoriya Romayê de bi navê Bitînya û Pontos dihate binavkirin û herêmeke bêhtir mezin dihewand. Gelê pontî ji bereke grekiyan (yewnaniyan) pêk dihat û ji hatina berên tirk û mongolan heya avabûna Komara Tirkiyeyê hebûn û welatê xwe parastin. Pontos herêmeke têrçiya ye. Li van deveran de çiyayên Pontî cihekî pir fireh digirin.

Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de (1923), gelê pontî rastî komkujiyeke hovane bû. Li seranser welatê Pontos (bi tirkî: Pontus Cumhuriyeti) bi fermandariya Mustafa Kemal Atatürk û serdariya Topal Osman komkujî pêk hat. Pontiyên ku li jiyanê man jî reviyan Yewnanistan, DYA û hin herêmên Rûsyayê[çavkanî hewce ye].

Îro li gelek parlamenên welatan komkujiya pontiyan tê naskirin an nîqaşkirin. Ji Komara Tirkiyê tê xwastin ku ji ber vê tewanbariya li dijî mirovahiyê ye lêborînê bixwaze. Lê heya niha Komara Tirkiyê vê napejirîne.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Ömer Asan (1996). Pontos kültürü. Belge yayınları, Stembol.