Sînob

Bajarekî li Tirkiye
(Ji Sînop hat beralîkirin)

Sînob, îro bi fermî Sinop (dîrokî bi yewnaniya kevn: Σινώπη, lat. Sinṓpē; bi latînî: Sinope), bajarekî li bakûrê Tirkiyeyê ye.

Sînob
Sinop Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sinop Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sînob li ser nexşeyê
Map
Sînob li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sînob
Sînob
Koordînat: 42°1'36"Bk, 35°9'4"Rh
Dûgel Tirkiye
Beşa îdarî
  • Sinop Province Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Sinop Province
  • Beylik of Sinop
  • Candar dynasty (1398–1461)
  • Kingdom of Pontus (183 b.z. – 63 b.z.Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
57.404 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DemUTC+3
Nîşana wesayîtê57
Malperwww.sinop.bel.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ciyê Coxrafî û Hudûdên Bajar Biguhêre

Bajarê Sînobê li cem Deryaya Reş û li ser pozikê Boztepe li bakûrê welatê Tirkiyê ye.

Bajar di nav parelên 41° 12' û 42° 06' bakûr û merîdyenên 34° 14' û 35° 26' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Deryaya Reş ve, li rojava bi Kastamonû ve, li başur bi Çorûm ê ve û li rojhilata başûr jî bi Samsûn ê ve tê girêdan. Temamiya dirêjiya sîndorên bajêr 475 km ne û ji van 300 km reşahî û 175 km jî avî ne. Sînop ji Enqerê 435 km, ji Stembol 760 km û ji Samsûn ê 168 km dûre.

Taybetiyên erda bajêr Biguhêre

Pîvana erdê bajêr 5862 km2 ye. Ji vî erdî 54,6% wî daristan, 74,3% çiyan, 2,3% wî zozan û 23,4% wî jî ji platoyan pêk tê.

Av û Hewa Biguhêre

Li bakûrê heremê îklîma Deryaya Reş û li başûr ji bona çîyayên navber îklîma reşahiyê hukim dike. Li bakûr di navbera zivistan û havînê pirr ferqekî mezin tune. Li her demê salê bahozên xurt di hêla deryayê da tên. Di xêçî çend rojên li havînê hemû sal bi şilî û şepelî derbaz dibe. Lê li başûr şilî, rewa û germahî kêm dibe, zozan û çiya tesîra xwe nîşan didin. Li bajêr bi xwe germahiya salê kêmûzêde 14°. Meha herî germ bi 20° tîrmeh û yê herî sar bi 7° şibat e.

Nifus û navçeyên bajar Biguhêre

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 227.933 e. (Ji gora hêjmara sala 2000) Nifûsa Sînobê ji bona bê kariyê û kêmasiya endûstiriyê her sal hê tere hê kêm dibî. Yê herî bir cîvan û xortên bajêr koçber dibin terin Ewropayê yan jî Stembolê.

Navçeyên bajêr vana ne.