Pêjgeha cihû
Ji pêjgeha cihû mirov xwarin û vexwarinên hevpar ên cihûyan fêhm dike. Ji ber ku cihû tenê li Îsraelê najîn, binavkirina pêjgeha Îsraelê wateyê teng dike, baştir e mirov pêjgeha cihû bikarbîne.
Kurdên cihû
biguhêreKurdên Îsraelê, hêj pirranî xwarinên pêjgeha kurd dixwin. Gelek xwarin vexwarinên cihûyan ne havpar in, lewra cihû bi sedsalan li diyazporayê, bedewlet û di bin bindestiyê de jiyane, ji çanda gelekan girtine û dane wan. Tê zanîn cihû ji aliyê çandê ve di bin çend koman de tên kategorîkirin. Wekî aşkenazîm, sefardîm ûêd. Xwarin-vexwarinên wan jî gortî van koman diguhere. Lê dîsa jî renge û tehmeke hevpar a xwarin-vexwarinên cihûyan heye. Kurdên cihû herwiha gelek xwarinên ji masî û çêjên deryayê dixwin.
Dîrok
biguhêreDi pirtûka pîroz Tewratê de, bi hev re xwarina şîr û goşt hatiye qedexekirin. Masî dikarin tevlî şîr, pincar û hêşîniyê bibin, lê nikarin tevlî goştê sor bibin. Gava mirov bala xwe dideyê, bi rastî jî bo tehma devê û tenduristiyê ev qedexeyan gelek li cih in.
Pêjgeha cihûyan gelek kevn û dîrokî ye. Bandora xwe li pêjgehên gelên cîran kiriye û herwiha ji wan jî gelek girtiye. Rêç û şopên şarezayiya Egîptê (misir), bîzansî, romayî jî dihewîne. Zebze, biharbêhn, sîr gelek tên bikaranîn.
- Zad
Genim di qora pêşîn de ye. Him bo ard (arvan) him jî xwarinên ji hevîrê ye. Nan bi yan bê hevîrtirş tê amadekirin.
- Zebze
Nîsk („'adaşîm“), fasûlî (lobiye, lovî) („pol“), arû, pîvaz, sîr û sîrim, zebeş cihekê sereke digirin.
- Fêkî
Hejîra teze („bîkkurah“) û ya qert („te'enîm“), tên hişkkirin û parastin. Kurd jî wisa dikin. Tirî teze yan wekî mewijan tên bikaranîn. Herwiha zeytûn, jî. Ji fêkiyan wekî kakil û ava fêkiyan jî sûd tê wergirtin.
- Biharbêhn (biharat)
Reşke (kemyon), pûjan, gormiz, sîr û sîrim, evana sereke ne.
Xwarinên navdar
biguhêreJi pêjgeha aşkenazî
biguhêre- Bagel
- Bialy
- Blînî, blîntz
- Xalla, challa
- Hêk û pîvaz
- Farfel
- Fluden
- Kutilkên masiyê, masiya dagirtî
- Goştê kişandî ji cîgerê
- Cureyên kufte û kutilkan
- Cureyên kiloran
Ji pêjgeha cihûyên sefardî
biguhêreGirêdan (ne bi kurdî ne)
biguhêre- Michal Friedlander, Cilly Kugelmann im Auftrag des Jüdischen Museums Berlin [Hrsg.]: Koscher & Co. Über Essen und Religion [eine Ausstellung des Jüdischen Museums Berlin 9. Oktober 2009 bis 28. Februar 2010, Übersetzt von Michael Ebmeyer und Karsten Kredel], Jüdisches Museum, Berlin 2009, ISBN 978-3-89479-538-2 / Nicolai, Berlin 2009, ISBN 978-3-89479-539-9.
- Bertha Gumprich: Vollständiges praktisches Kochbuch für die jüdische Küche. Selbstgeprüfte und bewährte Rezepte zur Bereitung aller Speisen, Getränke und Backwerke und alles Eingemachten für die gewöhnliche und feinere Küche. WVT - Wissenschaftlicher Verlag, Trier 2002, ISBN 3-88476-560-4 (Nachdruck der Ausgabe Trier 1896).
- Clarissa Hyman: The Jewish Kitchen. Recipes and Stories from Around the World. Interlink, Northampton 2004, ISBN 978-1-56656-519-6 (englisch).
- Salcia Landmann: Bittermandeln und Rosinen. Die berühmtesten Rezepte der Jüdischen Küche. Herbig, München / Berlin 1984, ISBN 3-7766-1306-8. (erschien bereits 1964 als „Koschere Kostproben. Rezepte aus Alt-Österreich für Feinschmecker“ bei A. Müller, Rüschlikon-Zürich / Stuttgart / Wien und 2006 als „Die jüdische Küche. Rezepte und Geschichten“ bei Kosmos, Stuttgart, ISBN 978-3-440-10859-8).
- Gil Marks: Encyclopedia of Jewish Food. Wiley, New York, NY 2010, ISBN 978-0-470-39130-3.
- Deborah Simon, Hermann Simon, Inggrid Kühnertt (Illustrationen): Jüdische Familienrezepte. Ein Kochbuch. In: Jüdische Miniaturen Band 70. Auflage. Hentrich und Hentrich, Berlin 2010, ISBN 978-3-942271-16-5.
- Eugeniusz Wirkowski: Küche der polnischen Juden. Interpress, Warschau 1988, ISBN 83-223-2229-1.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |