Pêjgeha Qazaxistanê

Pêjgeha Qazaxistanê jî wekî pêjgeha mongolî bi giranî ji goşt û şîrê sûdê werdigire. Ango goşt û berhemên şîrê cihekê sereke digirin. Qazaxî jî wekî kurdan hin xwarinên xwe di nava malbatê de bi destan dixwin. Bo mînak beşbarmakê (бешбармак, tê wateya pêncbêçî, pênctilî) ew, narîn (xwarin)ê jî kurd bi destan dixwin.

Beşbarmak bi tevî serê mihê, bo kesên tehma devê xwe dizanin

Benî, pîlaw, hêyavk, şorbe, xingalên asyayî ji rengên destexaneya (sifre) kazaxî ne. Kazax goştê hespê û mihê pirr dixwin. Sosîsa goştê hespê казы (kazî), xwarinên ji hevîrê, biharbêhnên (biharat) asyayî, xwarinên quşxaneyê yên pirranî goşt tevlî ne, плов (plov, ango pîlawên riz/birinc û goştê hêştirê ye), vexwarina ji şîrê birûn кумыс (kûmiz), ji şîrê hêştirê шуват (şûvat) ji pêjgeha kazaxî ne.

Bandora xwarinên rûsî jî gelek e. Li Kazaxistanê nêzîkê nivê gelheyê rûs in. Herwiha li Kazaxistanê alman jî dijîn.

Çavkanî biguhêre

  • W. W. Pochljobkin: Nationale Küchen. Die Kochkunst der sowjetischen Völker. - Pêjgehên neteweyî. Çanda xwarekên gelên Sovyetê Moskow, Leipzig 1988. ISBN 3730400533 (almanî)