Narîn, norîn, serûpêya filehan, serûpêya koçerkî navê cureyekê xwarina ser û pêyan e. Ji ber ku goştê wê bêbaldarî û şelgirî hatiye birrîn, jê re bi îronîk gotine "narîn". Hin kes norîn jî dibêjin. Nor di zimanê ermeniyan da tê wateya "nû, ya nû". Navê vê xwarinê bi kurdî ye yan ermenî, ne diyar e.

Çêkirin biguhêre

Ser û pê baş tê pakijkirin, mûyên pêyan tên kizirandin. Heger daxwaz be pê tên çermkirin, wekî serûpêya klasîk. Serê ajalê (pez, dewar) bi taybetî tê amadekirin. Ser û pê di stîl an quşxaneyê de heya êdî goşt û hestî ji hev dikevin tê kelandin.

Gorî daxwazê bexdenûsa tîkekirî û biharbêhn tê tevlîkirin. Carnan rişte (erişte)yê jî dixinê.

Piştî kelînê li ser nanê sêlê, goştên serûpêyê tê raxistin. Pîvazê risteyî hûr dikin, tevlî dikin. Serê ajalê yê kelandî datînin navendê. Wisa ziwa, li nanê tenîk pêçandî yan bi tevî ava xwe di badiyan de dixwin.

Li Kurdistanê li Erdêxan, Qersê gelek tê kelandin. Hin deveran nabêjin narîn, tenê dibêjin serûpê. Lê cudatiya viya ji serûpêya klasîk ew e ku goştê viya mezin tê birrîn û pirranî bêî ava wê tê ser sifreyê.