Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe
Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe perestgehek îslamî ya ne-mezhebî li navçeya Berlînê ya Moabitê ye. Mizgeft îslama pêşverû temsîl dike. Jin û mêr wek hev têne hesibandin û bi hev re dua dikin. Heman tişt ji bo misilmanên LGBTIQ jî derbas dibe.
Mizgefta Îbnî Ruşd-Goethe | |
---|---|
52°31′30″Bk 13°20′58″Rh / 52.525°Bk 13.3494°Rh | |
Dewlet | Almanya |
Li beşa îdarî | |
Damezrîner | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mizgeft di hezîrana 2017an de vebû. Avakirina wê vedigere parêzer û parêzvana mafên jinan Seyran Ateş, ya ku bi eslê xwe kurd e.[1] Damezrênerên din doktor û nivîskar Mimoun Ezîzî, çalakvana mafên mirovan Saîda Keller-Messahli, zanyarê siyasî Elham Manea û zanayê îslamî Abdel-Hekîm Urghî ne.
Heya çiriya pêşîn ê 2020an, bawermendan avahiyek dêra evangelîst a St Johannis bikardianîn. Dû re derbasî avahiyeke din a li heman beşa Berlînê bûn.
Agahiyên bingehîn
biguhêreSeyran Ateş di gotareke xwe ya di rojnameya hefteyî ya Die Zeit de, avakirina mizgeftê wiha nirxand: “Em roja înê, 16ê hezîranê, li Berlînê Mizgefta Îbn Ruşd Goethe vedikin, ji ber ku em dixwazin îslamê ji hundir ve reform bikin. [...] Mizgefta nû ya li Berlînê armanc dike ku bibe malek ruhanî, nemaze ji bo wan jin û mêrên ku di mizgeftên kevneşopî de xwe rehet nabînin û êdî naxwazin ji wan re bê gotin ku dê çawa ola xwe bijîn. Divê tolerans, ne tundî û wekheviya zayendî di pêş de be.”[2]
Nav
biguhêreMizgeft navê xwe ji bijîjk û fîlozofê endulusî Averroes (bi erebî: Îbnî Ruşd, 1126-1198) wergirtiye. Beşê din ê navê ji helbestvanê alman Johann Wolfgang von Goethe (1749–1832) ji bo xebatên wî yên bi îslamê re, wek mînak di Dîwana Rojava-Rojhilatê de.[3]
Nêrîna teolojîk ya mizgeftê
biguhêreMizgeft hewl dide ku îslameke lîberal pêk bîne. Li gorî vê yekê divê jin û mêr karibin bi hev re nimêj bikin, jin jî divê karibe mizgîniyê bide û jin ne mecbûr in ku serê xwe bigirin. Jin û mêrên hevzayend bi eşkere têne pêşwazî kirin. Wekî din, tê gotin ku mizgeft ji mezhebên îslamî yên cuda re vekirî ye, wek ji bo sunnî, şîe, elewî û sofiyan.[4]
Ew yekem mizgefta bi vî rengî ye li Almanya û yek ji yekem li Ewrûpa û her wiha li seranserê cîhanê ye.[5][6]
Damezrîner Seyran Ateş nêrîna teolojîk ya mizgeftê wiha rave dike: "Pêdiviya me bi ravekirineke dîrokî-rexneyî ya Qur'anê heye" û "Pirtûkeke ji sedsala 7an, mirov nikare bi wateya gotin bi gotin bigire. Em ji bo xwendina Quranê ya ku ji bo dilovanî, hezkirina Xwedê û herî zêde ji bo aştiyê ye, radiwestin." Mizgeft "cihê hemû wan kesan e ku li gor rê û rêbazên misilmanên kevneperest nagerin”.[7]
Çavkanî
biguhêre- ^ Eddy, Melissa (22 hezîran 2018). "By Taking a Bullet, a Muslim Woman Finds Her Calling". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ "ZEIT ONLINE | Lesen Sie zeit.de mit Werbung oder im PUR-Abo. Sie haben die Wahl". www.zeit.de. Ji orîjînalê di 26 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ Drobinski, Matthias. "Seyran Ateş eröffnet liberale Moschee in Berlin". Süddeutsche.de (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ Welle (www.dw.com), Deutsche. "Ibn-Rushd-Goethe: Eine Moschee für alle | DW | 16.06.2017". DW.COM (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Ibn-Rushd-Goethe-Moschee: Seyran Ates sieht liberale Muslime bedroht - WELT". DIE WELT (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ "Berliner Moschee für liberale Muslime: "Der Islam gehört nicht den Fanatikern"". Der Tagesspiegel Online (bi almanî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
- ^ •. "Berlin's First 'Liberal Mosque' Fights Extremism, Death Threats With 'Modern Islam'". NBC Chicago (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
:|paşnav=
sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)