Mîkaîl Bilbil
Mîkaîl Bilbil (fermî: Mikail Bülbül) (jdb. 1978 li Qoserê), nîvîskar û akademîsyenê kurd e.
Mîkaîl Bilbil | |
---|---|
Jidayikbûn | 1978 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreDi sala 1978an de li gundê Curnikê yê Mêrdînê çê bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Gruba Felsefeyê qedandiye. Mastera xwe li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê kiriye. Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî hatiye desteserkirin û di encamê de demekê li Girtîgeha Mêrdînê zindanî bûye[1]. Ji sala 2012an heta 2017an di Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de weke mamoste xebitî û li ser rêzimana kurmancî dersan pêşkêş kir. Paşê di 2017an de bi KHKya 679an ji kar hate derxistin. Bilbil li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kiriye.
Niha li Weqfa Mezopotamyayê wekî kordînator dixebite.
Berhem
biguhêre- Rêzimana Kurmancî, Li gel Bahoz Baran, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
- Kürtçe Anamnez/Anamneza bi Kurmancî, Bi navê Mikail Bülbül li gel İsrafil Bülbül, Weşanên Jûra Bijîşkan a Amedê, 2009
- 30 Günde Kolay Kürtçe (Kurdîya Hêsan Bi Maweya 30 Rojan), Li gel Ramazan Pertev û Çetin Taş, Weşanên Fono, Stenbol, 2015
- Tirkî-Kurdî Ferhenga Standart, Li gel Ramazan Pertev, Çetin Taş, Ruken Çalıştıran û Bünyamin Demir, Weşanên Fono, Stenbol, 2015
- Tirkî-Kurdî Ferhenga Bêrikê, Li gel Ramazan Pertev, Weşanên Fono, İstanbul, 2015
- Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar, Weşanên Lîs, 2016
- Rêbera Rastnivîsînê, Li gel, Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019
- Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî (Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan), Li gel Mistefa Oztirk, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, 2019
- Ferhenga Têgihên Hiqûqê, Li gel Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevriye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Veysel Vesek, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Diyarbekir, 2019
Girêdanên derve
biguhêre- Mîkaîl Bilbil di Kurdîlîtê de.
- Rûpela wî ya Academia.eduyê
- Rûpela wî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê Girêdana arşîvê 2020-01-10 li ser Wayback Machine
- Hevpeyvîn: "Mîkaîl Bilbil: Ji dêvla ku hûn bibin tîpeke “efendî” xeberan bidin çêtir e.", Vejîn Fanzîn
- Hevpeyvîna Mîkaîl Bilbil bi bernameya Deng û Reng a Radyoya Dengê Amerîkayê, 5ê hezîrana 2019an
Çavkanî
biguhêreEv gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |