Ferhenga Têgihên Hiqûqê

Ferhenga Têgihên Hiqûqê ferhengeke têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan tê da cih digirin.

Ev ferheng ji alîyê Komxebata Hiqûqê hate amadekirin û di Çirîya paşîna 2019an de li ji nav Weşanên Weqfa Mezopotamyayê weşîya. Edîtorên ferhengê Mîkaîl Bilbil û Sabîr Ebdulahîzad in. Ferheng ji du beşan pêk tê. Beşa yekem li ser bingeha kurdî hatiye dariştin û beşa duyem jî weke pêveka ferhengê ye tirkî, kurdî, ingilîzî, farisî û erebîya têghihan hatiye rêzkirin. Xebat ji aliyê Komxebeta Hiqûqê ve hatiye meşandin û di encama bîst û du komxebatan derketîye holê. Danasîna ferhengê di 25ê Çirîya Paşîna a 2019an de di resepsîyona Baroya Dîyarbekirê de bi rayagiştî ve hate kirin.

Komxebata Hiqûqê biguhêre

Komxebata Hiqûqê bi înîsîyatîfa Weqfa Mezopotamya û Baroya Dîyarbekirê ava bûye. Komxebat ji bîst kesên pisporên hiqûqê, zimannas û lêkolînerên pêk hatîye.

Endamên Wê biguhêre

Girêdanên Derve biguhêre

Çavkanî biguhêre