Mihemed Teqevî(1977, Şîrvan, Xorasana Bakur) nivîskar û, werger û sererastkerê kurd ê kurmanc e. Di sala 1977an da, li gundê Melebêqirê, başûrê Şîrvanê, parêzgeha Xorasana Bakurê Îranê ji dayîkê bû. Pola sêyemîn li dibistana seretayîya gundî xwend, dû ra ligel malbata xwe koçberîya bajarê şîrvanê bûn û li wir dest bi xwendina xwe li dibistana seretayîyê kir û ew qetand. Dibistana navincîyê li Ferhengîyan derbas kir û piştra çû huneristana Teqevîyan û dîploma xwe di beşa kehribayê da stand û xwe ji bo zanîngehê amade kir. Ew di sala 1990an da li zanîngeha Ferdowsîyê hat pejirandin û piştî 4 salan, beşê wêje û zimanê îngilîsîyê qetand û di heman demê de dest bi xebatê xwe di debîristanên bajarê Şîrvanê da wek mamosteyê zimanê Ingilîsîyê kir. Hîn 10 sal xebatên wî wek mamosteyê Ingilîsî xilas nebubû ku di zanîngeha Bîrcendê wek xwandekarê beşê zimannasîyê hat pejirandin û piştî du salan wî karnasîya xwe ya bilind di wî beşî da jî stand. Têza wî ya karnasîya bilind li ser nîşandarîya halet(case-marking)a devoka Kurmancîyê û miqayisekirna wê bi ya Farsî bû. Ji alîyê wî çend gotarên wergirtî ji têza wî di kovarên zanîstî yên îranê hat weşandin. Ew di sala 2015an da ji alîyê weqfa Mezopotamîyayê hat vexwendin û beşdarîya komxebata kurmancîyê bû. Di sala 2019an da navê wî wek endamekî ji wê komxebatê li ser pirtûka Rêbera Rastnivîsînê hat nivîsîn. Mihemed Teqevî heya niha bi sedan kurteçîrokan wergerandine û ew kurteçîrok di biloga wî bi navê Linguakurd.blogfa.com hatine weşandin. Ev niha nêzî 10 sal in ku wek nivîskar û wergêr bi zimanê kurmancî çalak e û herwiha çend pirtûkên çîrok û helbestan sererast kirine û navê wî wek sererastker hatîye qeydkirin.