Meha serbilindiyê
Meha serbilindiyê, di heman demê de LGBT pride, Gay pride an jî tenê Pride, têgehek îngilîzî ye ku ji tevgera lezbiyen, bîseksuel, transgender û hevzayendên amerîkî tê û îro li seranserê cîhanê tê bi kar anîn. Li gorî vê yekê, meha hezîranê wek meha serbilindiyê tê binav kirin. Armanca vê mehê, xwe qebûl kirin û serbilindya bi nasnameya xwe ya zayendî ye. Peyva serbilindî di wateya xwebaweriya li hember kesên din de tê bikar anîn,[1] ango xwebûn, bêyî ku xwe ji kesên din veşêrin an jî xwe wek kesekî din nîşan bidin - û heke hewce bike, ji bo mafên xwe bisekinin.
Meha serbilindiyê | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Peyva serbilindî her weha wekî kategorî an paşgira navek ji bo weşan û bûyerên ku vê xwebaweriyê bi rengekî siyasî an çandî bi bandor diyar dikin jî tê bikar anîn. Yên herî bi nav û deng Meş û Paradên Serbilindiyê ne, ku wek meşên xwenîşandanê ji bo dîtina LGBTiyan têne kirin. Di vê mehê de festîvalên fîlman, şahî, çalakiya rûniştinê, nobet û çalakiyên civakê jî bi ruhê Serbilindiyê pêk tên. Gay Pride di heman demê de îlhama tevgerên Mad Pride û Disability Pride jî da. Ala keskesorê sembola herî gelemperî ya Serbilindiyê ye.
Armanc û mane
biguhêrePeyva serbilindî tê vê wateyê ku kesên LGBT ji meyla xwe ya zayendî û nasnameya zayendî bawer bin. Armanc qebûlkirina hevzayendîtiya xwe ye li şûna ku ji xwe şerm bikin an cudabûna xwe wekî bar bibînin. Serbilindî herwiha bertekek li hember heteronormatîvbûna civakê ye, ku tê de tenê heteroseksuelî tê qebûl kirin û hemî meylên cinsî yên din şaş têne hesibandin.Lewma meha serbilindiyê mehek ji bo vê tevgera azadiyê ye.[2]
Çavkanî
biguhêre- ^ Vgl. Stolz, Brockhaus Bilder-Conversations-Lexikon, Band 4. Leipzig 1841, S. 307
- ^ "Kollektive Identitäten: Falle oder Mittel zum Empowerment?". War Resisters' International (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 hezîran 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |