Le Monde diplomatique
Le Monde diplomatique (ji aliyê xwendevanên fransî weke Le Diplo tê binavkirin) mehnameyeke fransî ye ku li ser anlîz û şîroveyên li ser siyaseta navnetewî û mijarên çandî radiwestê. Hejmara yekê (ya zimanê fransî) di gulana 1954'an bi slogana "dîplomasiya kevn - dîplomasiya nû" derket. Îro tiraja Le Monde diplomatique 300.000 e. Tevlî çapa bi 16 zimanên din (tevlî versyonên înternetê 26) tiraja mehnameyê li seranserê cîhanê derdora 2,2 milyon e.
Le Monde diplomatique
| |
---|---|
Logoya Le Monde diplomatique | |
Welat | |
Dewlet | Fransa |
Ziman | Fransî |
Dema avabûnê | |
Dema destpêkirinê | |
Damezrîner | |
Cihê baregehê | |
Weşanxane | |
Cihê weşandinê | Parîs |
Xelat | |
Nerîna siyasî | Siyaseta çepgir |
Îdeolojiya siyasî | Globalîzasyona alternatîv, sosyalîzma demokratîk û anti-imperialism |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di mijdara 2009'an Le Monde diplomatique bi kurdî jî dest bi çapa kir. Le Monde diplomatique kurdî ji aliyê şîrketa IKMG (Independent Kurdish Media Group) tê çapkirin.
Çapa bi zimanên cuda biguhêre
Afrîkaans biguhêre
Li Afrîka Başûr tevlî kovara Die Vrye Afrikaan.
Almanî biguhêre
Çapa almanî ji gulana 1995'an ve tevî rojnama taz her îneya duyem di mehê de bi tiraja 56.000 derdikeve. Lê çapa almanî serbixwe jî derikeve.
Bulgarî biguhêre
- Mehane 4.000 heb
Erebî biguhêre
- Li Misir: Tevî rojnama Akhbar al-Arab (380.000 heb)
- Li Maroko: Tevî kovara Al-Sahifa/Le Journal (30.000 heb)
- Li Qeter: Tevî Al-Watan (30.000 heb)
Esperanto biguhêre
- Le Monde diplomatique en Esperanto versyona înternetê ya kovara Esperanto ye.
Farisî biguhêre
- Li Îranê: Tevî Sedaye Edalat (50.000 heb)
Fransî biguhêre
- 270.000 heb li Fransa
Fînlandî biguhêre
- Sêmehane tevî Voima
Înglîzî biguhêre
- Li Brîtanya: 6.000 heb
- Li Hindistanê: Tevî Hard News (40.000 heb)
Îtalî biguhêre
- Tevî Il Manifesto (90.000 heb)
Koreyî biguhêre
- 5.000 heb, ji aliyê Le Monde Corea tê çap kirin
Kroatî biguhêre
- Mehane 10.000 heb
Kurdî biguhêre
Ji mijdara 2009'an ve Le Monde diplomatique bi herdu zaravên kurdî, kurmancî û soranî, tê çapkirin. Çapa soranî li Başûrê Kurdistanê û çapa kurmancî jî li Ewrûpa tê belavkirin. Tiraja çapa kurmancî 3.000 e.
Macarî biguhêre
- Mehane 101.500 heb
Norwêcî biguhêre
- Mehane tevî heftenameya Morgenbladet (20.000 heb)
Polanî biguhêre
- Mehane 10.000 heb
Rûsî biguhêre
- Tevî Novaja Gazeta (90.000 heb)
Serbî biguhêre
- Tevî heftenameya Nin (30.000 heb)
Slovênî biguhêre
- Mehname (8.000 heb)
Spanî biguhêre
- Li Arjentîn: mehane 30.000 heb
- Li Bolîvîya: her du mehan tevî El Juguete rabioso (5.000 heb)
- Li Şîle: 10.000 heb
- Li Kolombiya: mehane 10.000 heb
- In Perû: mehane ji gulana 2007'an ve
- Li Puerto Rico: tevî heftenameya Claridad (20.000 heb)
- Li Spanya: 25.000 heb
Yewnanî biguhêre
- Her yekşem çar rûpel tevî Eleftherotypia (200.000 heb)
Girêdanên derve biguhêre
- Çapa kurdî Girêdana arşîvê 2012-05-01 li ser Wayback Machine
- Organisation Les Amis du Monde diplomatique (kurdî: Hevalên Le Monde diplomatique)
Çapa bi zimanên din biguhêre
- Çapa almanî Girêdana arşîvê 2011-04-07 li ser Wayback Machine
- Çapa fransî
- 1954 heta 1977 arşîfa çapa fransî.
- Çapa esperanto
- Çapa erebî Girêdana arşîvê 2008-07-24 li ser Wayback Machine
- Çapa çînî
- Çapa înglîzî
- Çapa katalanî
- Çapa kolombiyanî
- Çapa kroatî Girêdana arşîvê 2010-03-08 li ser Wayback Machine
- Çapa îtalî Girêdana arşîvê 2009-07-04 li ser Portuguese Web Archive
- Çapa japanî Girêdana arşîvê 2009-11-24 li ser Wayback Machine
- Çapa norwêcî
- Çapa farisî
- Çapa perûanî
- Çapa polandî
- Çapa portûgalî Girêdana arşîvê 2008-05-17 li ser Wayback Machine
- Çapa rûsî Girêdana arşîvê 2010-03-27 li ser Wayback Machine
- Çapa spanî