Agahî an zanyarî (wekî agahdarî, malûmat û enformasyon jî tê zanîn) têgeheke razber e ku behsa wê yekê dike ku hêza wê ya agahdarkirinê heye. Agahdarî, di wateya xwe ya herî gelemperî de, zanîna berhevkirî ye ku di derbarê mijarek taybetî û nisbeten teng de ye. Pêvajoya berhevkirinê forma kurtkirina pîvandin, ceribandin, çavdêrî, lêkolîn an berhevkirina nûçeyan (îstîxbaratî) peyda dike.

Agahiyên ku bi demê re li ser mijarek taybetî têne berhev kirin, piştî ku têne rêz kirin, dabeşkirin û organîze kirin, di asta giştîtiya xwe de vediguhere zanînê. Di vî warî de, dema ku agahdarî ji bo famkirina pirsgirêkek taybetî an çareserkirina pirsgirêkek taybetî xizmet dike, zanîn jî ji bo têgihîştina pirsgirêkek bi gelemperî an ji bo çareserkirina hemî cûreyên hin pirsgirêkan tê bikar anîn.

Têgeha agahiyê bi têgînên cihêreng ve têkildar e an jî girêdayî ye, di nav de astengî, ragihandin, kontrol, dane, form, perwerde, zanîn, wate, têgihiştin, teşwîqên derûnî, nimûne, pêşniyar, temsîlkirin, û entropî heye.

Zanyarî wekî têgehekê, ji bikaranîna rojane heta amadekarîya teknîkî xwedîyê gelek wateyan e. Têgeha agahdariyê ji nêz ve bi têgihîştinên wekî sînorkirin, medya, kontrol, dane, form, prosedur, zanîn, raman, forma hêsan, nasandin, temsîlkirina zanînê ve girêdayî ye. Di wateya xwe ya teknîkî ya herî teng da, agahî yek ji rêzên sembolan e.