Lîsteya balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê li gorî seyrûsefera rêwiyan
Balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê li gorî seyrûsefera rêwiyan ew balafirgeh in ku di salekê de herî zêde rêwiyan digirin. Rêwiyek ew kes e ku li balafirgehê dadikeve, diçe an vediguhêze. Rêwiyên veguhestinê ew rêwî ne, yên ku di heman rojê de li balafirgehekê dadikevin û ji balafirgehê derdikevin in; bi vî rengî rêwiyek du caran tê jimartin.
Lîsteya balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê li gorî seyrûsefera rêwiyan | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li gorî vê yekê, balafirgeha herî mezin a cîhanê Balafirgeha Navneteweyî ya Hartsfield-Jackson Atlanta ye bi 94 mîlyon rêwî. Balafirgeha herî mezin a Ewropayê di rêza 7emîn de Balafirgeha Stenbolê ye bi derdora 64 mîlyon. Heya destpêka sedsala 21ê, balafirgehên Dewletên Yekbûyî di rêzbendiyê de serdest bûn, lê ji wê hingê ve bi taybetî balafirgehên Asyayê mezinbûnek girîng dîtine.
Ji sala 2023an ve, 16 balafirgehên Dewletên Yekbûyî dikevin lîsteya balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê. Di çar welatên din de herî kêm du balafirgeh dikevin nava 50 balafirgehên herî mezin ên cîhanê: Çîn bi 10 balafirgehan, Hindistan, Spanya û Keyaniya Yekbûyî her yek bi du balafirgehan di vê lîstê de cih digirin û îro wek yên herî mezin ên cîhanê têne hesibandin. Di warê herêman de, Amerîkaya Bakur bi 18 balafirgeh, li dû wê Asyaya Rojhilat bi 12, Ewropa bi heşt, Asya Başûr-rojhilat bi şeş, Asya Rojava bi sê, Asya Başûr bi du, û Amerîkaya Başûr bi yek balafirgeh cih digirin.
Lîsteya balafirgehên herî qelebalix ên cîhanê (sal 2022)
biguhêreÇavkanî
biguhêre
Ev gotara li ser balafirgehekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |