Open main menu

Klorîn elementeke kîmyewî ye ku kurtebêjeya wê Cl ye. Nimroya wê ya atomî 17  e. Giraniya wê ya atomî jî 35.45 e. Ew yek ji elementên stûna 7em a tabloya periyodîk e ku wek halojeniyan jî tê nasîn. Klorîn li serzemînê weke elementekê nayê dîtin. 

KewkurdKlorînArgon
F

Cl

Br
Bi tevayî
Nav, direfş, nimre Klorîn, Cl, 17
Kom, vedor, blok 17, 3, p
Cure Halojen
Tîrbûn 1.5625[1] g/cm3 (0 C)
Agahî
Giraniya atomê 35.45 u[2]
Nîveşkêla atomê 100 pm
Nîveşkêla kovalansê 99 pm
Nîveşkêla Van der Waalsê 175 pm
Rêzbûna elektronan [Ne] 3s2 3p5
Rewşa di germiya odê de gaz
Xala helînê 171,6 K (-101,5 °C)
Xala kelînê 239,11 K (-34,04 °C)
Derenceya bilindbûnê +1, -1, 3, 5, 7
Elektronegatîfî 3,16 (Pauling-Skala)
Tevdîr girtin
Nîşanên xeterê
Ev tişt pir jehrî ye
Ev tişt
pir jehrî ye
(T+)

Gewşînên wêBiguherîne

Gêwşînên fîzîkîBiguherîne

Klorîn gazeke pir zivêrker e û rengê wê jî zerê keskoyî ye. Ew wekî sodyûm hîpoklorîd xwediyê bêhneke giran e. Di heman katî de jî ew jehredar e. Ew wexta ku bê sarkirin, kare bibe şile. Ew ji hewayê girantir e.

Gewşînên kîmyewîBiguherîne

Klorîn têr baş reaktîf e. Ew ji brom reaktîftir û ji fluor kêm reaktîftir e. Ew bi gelek tişt re kare bikeve reaksiyonê.

Bikaranîna wêBiguherîne

Klorîn wek dezenfektan û gewrkera avê tê bikaranîn. Ji bilî van, ew di hilberandina gelek pêkhatiyên girîng ên wekî karbon tetraklorîd(CCl4) û kloroform(CHCl3) de tê bikaranîn. Di heman katî de jî di cengin de wek gaza jehredar dihatin bikaranîn.

Dîroka wêBiguherîne

Klorîn di sala 1774an de, ji aliyê Carl Wilhelm Scheele ve hatiye dîtin.[3] Belam Wilhelm ev tiştê ku dîtîbû, nizanibû ku elementeke nû ye. Paşî di sala 1810an de ji aliyê Humphry Davy ve navê Klorînê hate dayîn.

ÇavkanîBiguherîne