Fosfor (bi latînî: phosphorus, ji bi yewnaniya kevn: φωσφόρος, lat. phōsphóros "hilgir ronahî") elementek û nemetalek e. Ew di oksîjenê da ronahiyê dide.

SîlîsyûmFosforKewkurd
N

P

As
Şeklê wê
Bi tevayî
Nav, direfş, nimre Fosfor, P, 15
Kom, vedor, blok 15, 3, p
Cure Nelajwerd
Tîrbûn 1,82 g/cm3 (sipî)
2,16 g/cm3 (sor)
2,16 g/cm3 (reş)
Agahî
Giraniya atomê 30,97376 u
Nîveşkêla atomê 100 (98) pm
Nîveşkêla kovalansê 107 pm
Nîveşkêla Van der Waalsê 180 pm
Rêzbûna elektronan [Ne] 3s2 3p3
Rewşa di germiya odê de Hişk
Xala helînê sipî: 317,3 K (44,2 °C)
Xala kelînê 550 K (277 °C)
Kabikê molî 17,02 · 10-6 m3/mol
Derenceya bilindbûnê ±3, 4, 5
Oksîdên xwe P2O5
Elektronegatîfî 2,19 (Pauling-Skala)
Îzotop
Îzo LC t1/2 ÇA EX MeV ENû
28P

{syn.}

270,3 ms ε 14,332 28Si
29P

{syn.}

4,14 s ε 4,943 29Si
30P

{syn.}

2,49 d ε 4,232 30Si
31P

100 %

Qayîm
32P

{syn.}

14,26 r β- 1,711 32S
33P

{syn.}

25,34 d β- 0,249 33S
34P

{syn.}

12,43 s β- 5,374 34S
35P

{syn.}

47,3 s β- 3,989 35S
Tevdîr girtin
Nîşanên xeterê
Fosforî sor
Ev tişt zû dişewite
Ev tişt
zû dişewite
(F)
Fosforî sipî
Ev tişt zû dişewite Ev tişt pir jehrî ye Ev tişt diherfîne Ev tişt dikare xwezayê xirab bike
Ev tişt
zû dişewite
Ev tişt
pir jehrî ye
Ev tişt
diherfîne
Ev tişt
dikare xwezayê
xirab bike
(F) (T+) (C) (N)

Fosfor ji jîyanê ra zêde girîng e, ew di bestinan yê fonksyonên taybetî da ne, wek di DNA, ADP û ATP da.

Vedîtin

biguhêre

Fosfor di salê 1669an da ji Hennig Brand, zanistvanekî elman, hate vedîtin. Wî mîzê însên hişk kir - ew li "kevrî hişmendan" digerî - û dît, ku tiştek mabû ku vê ronahî ronahî jê derdiket.

Felsefe û Çîroka keşfkirina Fosforê(Phosphor):

Di sala 1669’an da Henning Brand ku kîmîgerek Almanî ye, hewl da ji kereste û mevaddên erzan, zêr çêbike. Jiber ku hingî, Zêr wek kamiltirîn metal dihate zanîn loma jê ra Metala Esîl digotin. Bi bawerîya merivên wî çaxî, tu tişt bi qasî meriv û maddeyên pêkhateya wî/ê, esîl, torin û yekta nînin. Loma texmîn dikirin ku hin unsurên bedena merivan bikarin vegerin forma metala esîl ya bi navê Zêr. Li ser bingeha vê ramanê, Brand, hinek mîza merivan tevlî Qûmê kir û wê germ kir.

Em nizanin, çima Brand, Qûm tevlî mîza merivan kir lê wek tê zanîn, kîmîyageran di tevhevkirina maddeyên curbecur û germkirina wan da, binavûdeng bûne. Dema ku Brand, hevlogevloya xwe li ser sobeyê rakir û wê hînik kir, bala xwe da ku ew di tarîtîyê da dibiriqe. Helbet Brand berê Zêr jî çêkiribû, lê vê carê maddeyek nerm, sipî û birqonekî, berhemanîbû. Ev madde di terkîba ku di mîza merivan heye da, hebû lê Brand vê yekê nedizanî.

Brand, navê yekemîn maddeya birqonekî, kire Fosfor. Fosfor peyveke Yewnanî ye û tê wateya Ronahî û Birqonek’ê. Jiber ku Fosfor nedihate parvekirin û teczîyekirinê, wek unsurekî hate naskirin.

Fosfor, yek ji unsurên Ne-Metal e ku di grûpa Nîtrogenê da cih digire. Ev unsur bi çend şêwazên Alotropî di xwezayê da tê dîtin û ji girîngtirîn unsurên heyatî û pêwîst jibo jîyana organîsmên xwezayî(Terkîba Candarên zindî) ye. Fosfor bi çend formên jêrê heye; Fosfora Sipî, Fosfora Sor û Fosfora Reş. Helbet rengên wan pir cîyawaz jî nînin. Fosfora Sipî, bi rîya senetî, tê berhemanîn û di tarîtîyê da diçilvile.Fosfora Sipî, dema li ber hewayê were danîn, xwexwe vêdikeve û alavên wê pir baş tên xuyan û pir pir jehrî ye jî.Fosfora Sor, jiber pêkhateya kîmyewîya xwe dikare ji rengê Narincîyê veguhere Erqevanîyê. Forma sisyan yan heman Fosfora Reş ku di jêr fişara zêde tê berhemanîn û dişibe Grafîtê, dikare wek Girafît, elektırîsîteyê biguhezîne û ji xwe derbas bike(derbasder).

Bedena merivan ji bilî av û xwerinê, pêwîstîya wê bi vîtamînên taybet û maddeyên madenî heye. Kalsîyom û Fosfor, 2 maddeyên madenî yên pir girîng di bedena merivan da ne ku bi alîkarîya hevodin, diran û hestûyan, çêdikin. Fosfor, 1% ji kêş û kîloya bedena merivan pêktîne. Loma jî eger kesek 75 kîlo be, bi qasî 750 giram Fosfor di bedena wî/ê da heye.

Piranîya Fosfora bedena merivan di diran û hestûyên wan da ne(85%). Fosforên mayî jî di sellûl û tîşûyên din yên bedenê da ne. Bandora Fosfor di Gurçikan da jibo parzandinê, pir girîng e. Fosfor hevkêşe û tewazona Asîd-Baz ya nava xwînê jî pêktîne. Fosfor bi pêkanîna cereyana enerjîya nava bedena merivan, dibe sedema daketina êş û elemên maskûlên wan. Bedena merivan jibo wergirtin û cezba hemû vîtamînên wek D, maddeyên Madenî, Yod, Kalsîyom, Menyezyom, Sifir û hwd, pêwîstîya wê bi Fosforê heye.

Bikaranîn

biguhêre

Fosfor di Şerê Cîhanî yê Duyem da ji bo bombên fosforî (wek bombên şewatê) ra ji balefirên brîtanî dihate bikaranîn. Di wan bomban da jî kewçûk dikirnê, ji ber ku ew bestina li ser canî mirovan bizelqe û bişewtîne. Bi vê rêyê birînên herî kûr çêdibûn.

Fosfor di cîhanê da bes wek bestin heye. Bestinê herî zêde Fosfat e. Fosfat di rûyê erdê da heye (nêzîkî 0,09 %[1]).

Fosfat di cihanê da zêde di Afrîka (dewletên Fas, Sahraya Rojava), Çîn û DYA (Florîda) da heye. Lê hên jî zêde Fosfat di bin avê da heye, lê ew hên netê derxistin û bikaranîn.[2]

Fosforî sipî

biguhêre
 
Fosforî sipî

Fosforî sipî (yek caran jî Fosforî zer) zêde xeternak e ji mirovan ra. 50 mg dikarin mirovekî bikujin. Tîrbûnê fosforî sipî 1,87 g/cm3 ye, ew bi 44,1 °C dihele û bi 280 °C dikele. Fosforî sipî di Tetraklormêtan, Benzol û Êter da hindik dihele. Eger fosforî sipî di ber bê da (Oksîjen) were hîştin, ew dikare bi xwe bişewte. Piştî şewatê Fosforpentoksîd çêdibe. Ji ber ku ew di avê da hema tewr nahele û nikane bişewte, fosforî sipî pir caran di avê da tê hîştin. Lê eger fosforî sipî bişewte, ew gereke bi axê were temirandin, ji ber ku bi avê ev fosfora dikare (piştî zîyabûnê) dîsa bişewte.

Fosforî reş

biguhêre

Fosforî reş nahele û naşewte. Tîrbûnê xwe 2,67 g/cm3 ye. Fosforî reş çêdibe, eger hêzekî herî mezin li ser fosforî sipî ya fosforî sor hebe. Fosforî reş ne jehrî ye.

Fosforî sor

biguhêre
 
Fosforî sor

Fosforî sor ne jehrî ye, lê ew dikare zû li ber bê bişewte. Tîrbûnê xwe 2,340 g/cm3 ye. Fosforî sor di navberê 585 °C û 610 °C dihele.

Fosforî sor tê çêkirin, eger fosforî sipî bi 260 °C çend saetan were germkirin.

Çêkirin

biguhêre

Fosforî elementî gereke ji fosfatekî were çêkirin, ji ber ku ew tenê xwe di cîhanê da tune ye.

  •   
    Kalsîyûmfosfat bi Sîlîsyûmdîoksîd û Karbon bi 1400 °C dibin Volastonît, Karbonmonoksîd û Fosforî sipî.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Holleman, Wiberg: Lehrbuch der Anorganischen Chemie, weşanên 91.–100., Berlîn, 1985. ISBN 3-11-007511-3 (r. 928 – 931)
  2. ^ Fosfat di "USGS Mineral Resources" da