Hejmara atomî

(Ji Hijmara atomî hat beralîkirin)

Hijmara atomî (Z) an jî nimroya atomê di fîzîk û kîmyayê da hijmara protonên nava navoka atomê ye ko çevenga wê Z e. Hijmara protonî jî navekê dî yê hijmara atomî ye. Hijmara protonên nava navoka atomê bi awayekê yekane hîman anko elementên kîmyayî diyar dikit. Di atomeka bê barê karevayî da hijmara elektronan jî bi qasî hijmra atomî ye.

Hjmara atomî gelek girêdayî hijmara baristeyî ye ko hijmara protonan û notronên nava navokê ye. Hijmara baristeyî hijmara îsotopên hîmanê diyar dikit û bi awayekê edetî piştî navê hîmanê dihêt, jibo mînak Karbon-14.

Dîrok biguhêre

Li destpêkê hijmara atomî jibo diyarkirina cihê hîmanan di xişteya gerranî anko cedwela peryodîk da dihat bikaranîn ko Dîmîtrî Mendelyevî jibo rêzkirina hîmanên niyaskirî li goreyê kêşa atomî bikardiînan. Lê eger tenê bi kêşa atomê rêza hîmanan di xişteya gerranî da bihêt diyarkirin, hindek şaşî rû didin. Jibo mînak cihê yod û teleriyomê dibê bihêt guhartin. Dema ew li goreyê saloxetên wan bihên rêzkirin zêdetir digel hijmara atomî rêk dikevin.

Ev şaşî heta sala 1913ê nehat famkirin. Li wê salê, Henry Gwyn Jeffreys Moseleyî havildariyeka gelek mukim di navbera cihê dirist yê hîmanan di xişteya gerranî da û şebengên (spektrumên) ko ji bijandina tîrêja Xê çê dibûn vedît. Vê vedîtinê anko keşfê selimand anko îsbat kir ko haviliyek di navbera hijmara atomî û barê karevayî yê navoka atomê da heye.