Hans Morgenthau

Bîrdozvan û zanayê ketwarbîn anko realîst yê siyasetê û peywendîyên navneteweyî ye.
(Ji Hans Morgêntaw hat beralîkirin)

Hans Joachim Morgenthau, (jdb. 17ê sibata 1904an li Kobûrgê - m. 19ê tîrmeha 1980an li Nyû Yorkê),[1] zanayê siyasetêAlman-Amerîkî bû, ko zanayekê bi navûbang yê sedsala 20ê bû di warê peywendiyên navneteweyî da. Ew bi mezintirîn bîrdozvanê ketwarbîn anko realistê qonaxa piştî şerrê cihanî yê duyê diêt nasîn. Morgêntawî pişikdariyeka berçav di berfirehkirina bîrdozên peywendiyên navneteweyî û vekolanên li ser qanûna navneteweyî da kiriye. Kitêba wî ya bi navê Siyaset di navbera neteweyan da: Hevrikiya jibo Hêz û Aştiyê (Politics Among Nations: The Struggle for Power and Peace) di heyama jiyana wî da pênc caran hatibû çapkirin, û bibû kitêbeka giring ya zanîngehên amerîkî.[2] Paşî ev kitêba wî di sedsala 20ê da, di warê bîrdozî da bû lêvegera serekî ji bo bîrdoza ketwarbîniyê.[3]

Hans Morgenthau
Jidayikbûn
17ê sibata 1904an
Kobûrgê
Mirin
Navê jidayikbûnê
Hans Joachim MorgenthauLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Alman-Amerîkî
Perwerde
Zanîgehên Kasîmîxyanûmê, Berlîn, Frankfort, Miyûniş
Pîşe
Bîrdozvanê Peywendiyên Navneteweyî, Nivîsînkar, Şêwirmendî Siyasî, Dersder
Karder
Zanîngeha Şîkagoyê, City University of New York (en), University of Geneva (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Endamê
Akademiya Amerîkî ya Huner û Zanistî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Commander's Cross of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
lewheya yadîgar

Bil ji wê ko ew vekolerekê warê siyasetê û peywendiyên navneteweyî bû, herwisa ew rewşenhizrekê çeleng yê warên cida-cida jî bû. Ew hevalê rewşenhizrên serdema xwe bû, û wî û gelek siyasetmedar, zana û rewşenhizrên mezin yên wê serdemê mîna Reinhold Niebuhr George Kennan, Carl Schmitt û Hannah Arendt herdem name ji hevre dişandin. Li destpka şerrê sar dema ko Kennan serokê koma pilandanana wezareta derve ya Amerîkayê bû, Morgêntaw bibû şêwirmendê wezaretê. Bo cara duyê jî li serdema serokatiya John F. Kennedy û Lyndon B. Johnson bibû şêwirmend heta ko Lyndon B. Johnsonî ew jiber rexneyên wî yên li siyaseta Amerîkayê li Viyetnamê ji karê wî derxistî. Lê heta mirinê jî ew li cem wezareta derve ya Amerîkayê gelek rêzdar bû.[4]

Xwandin, kar û jiyana wî

biguhêre

Morgêntaw ji maleka Cihûyên Aşkenazî li 17 sibata 1904ê li Coburga Almanyayê ji dayik bûye. Piştî ko wî li zanîgeha Casimirianumê xwandî, li zanîngehên Berlîn, Frankfort, Miyûnişê xwandina xwe berdewam kir.[5] Wî li sala 1929ê bi name anko teza xwe ya bi navê Desthilata Dadwerî ya Navneteweyî: Xwerisk û Sinorên diktoraya xwe stand. Paşî çû Cenevreya Swîsreyê û li Peymangeha Derçûyên Vekolanên Navneteweyî kar kir.

Berî ko ew li sara 1937ê biçe Amerîkayê, wî çend salan li Frankfortê parêzerî û dersderiya qanûnê kir. Yek ji karên wî yên destpêkî li Amerîkayê ew bû ko li dibistanên şevê li Kolîja Brooklynê ders didan. Li sala 1939ê heta 1943ê li bajarê Kansasê li Cemiyeta Kênêsiz Îsraîl Şalomê (Keneseth Israel Shalom Congregation) ders didan. Paşî heta sala 1973ê li Zanîngeha Şîkagoyê (The University of Chicago) dersder bû.

Morgêntaw endamê hilbijartî yê Akademiya Huner û Zanistên Amerîkî û Civaka Felsefeya Amerîkî bû.

Morgêntaw li 19ê tîrmeha 1980an, li Nexweşxaneya Lenox Hillê li Nyû Yorkê mir, û li Goristana Montefioreê hat veşartin.

Bîrdoza wî

biguhêre

6 binemayên Morgêntawyî:

biguhêre
  • Ketwarbînî anko realîsma siyasî: Siyasetmedar neçar in wan qanûn û edetên ko bandorê li civakê dikin li berçav werbigrin. Anko dibe siyasetmedarek xwedî hizrên cida ji civaka xwe be jî. Lê dema ko ew wan bicih diîne, dibê gelek hişyar be û baş hesaba jîngeha xwe bike.
  • Berjewendî: Dibê siyasetmedar berjewendiyên wê civaka ko ew serokatiyê lê dike biêxe bera her tiştekî.
  • Hêz: Giringîdana bi rastî û ketwarê heyî yê siyasî, wê ramanê nade ko dibê siyasetmedar hizr di guherrîna wî da neke. Lê dibê baweriyên xwe yên guhartinxwaz têkhelê ketwarê siyasî bike. Jibo vê jî mezintirîn çekê di dest wî de hêz e, çiqas hêza wî zêdetir be, ewqas jî guhartina ketwarê siyasê hêsan e.[6]
  • Exlaq: Exlaqê siyasetmedarekî nabe wekî ê hemî kitekesan be. Ew nikare bibêje "Ger hewce bike, dibê her kes ji bo qenciyê bişewite". Exlaqê wî parastina ewlekariya civaka wî ye.[7]
  • Nermatî: Heker çiqas jî berjewendiya neteweyî jibo siyasetmedarî giring jî be, dibê ew bizavê neke ko bê ko tenazilan ji çi tiştekî, baledest bibe. Bi taybetî jî li meydana navneteweyî. Heker ne! dê arêşeyên ewlekariyê dirist bibin. Bidestxistina zêdetirên berjewendiyan bê-zerer gelek giring e, lê nabe ji encama bidestxistina berjewendiyan dijminatî dirist bibe.
  • Têkiliya siyasî û nesiyasî: Siyasetmedar di dema ko di eslê xwe da jibo berjewendiyên xwe kar dike jî, dibê ji bo rewakirina siyaseta xwe nirx û bihayên exlaqî, qanûnî û hwd bi kar biîne. Ger hewce be, dibê ew van hevokan jî bibêje "Em jibo serkevtina dînê we, jibo bilindkirina qanûnê, ji bo mafên we an jî ji bo hemî bindestan têdikoşin"[8].[9]

Hizra wî li ser ketwarbînan

biguhêre

Morgêntaw dibêje bîrdoza min jibo şirovekirina hevkêşeyên siyasetê ketwarbînî anko realism e. Lê ew dibêje çi bîrdozvan nînin ko hizr bikin bîrdoza wî ne ketwarî ye. Jiber wê Morgêntaw bizavê dike ketwarbîniyê şirove bike, û dibêje zanayên ketwarbîn xweriskê mirovî wekî ko heye şirove dikin, ne bi wî rengê ko dixwazin hebe. Dîsan bîrdozvanê ketwarbîn dixwaze rûdanên siyasî wekî ko hene şirove bike, ne bi wî rengê ko ew dixwaze hebin. ew li ser vê, çend binemayekan didane ko dibin naveroka bîrdoz û felsefeya wî ya siyasî. Ew jî ev in:

  • Ji bo şirovekirina hevkêşeyên siyasî ketwarbîn pişta xwe bi xweriskê mirovan gerim dikin. Ew berê xwe didin wan qanûnên cihgir û hermayî. Ew qanûn, wekî qanûnên matematîkê her hene û her dê bê guherrîn bimînin. Cihana ko bi xweriskê mirovî dihê û diçe, pêkdiê ji şerenîxa qencî û xirabiyê, aql û sozdariyê, saxlemî û nesaxiyê, bizava jiyanê û mirinê û şerr û aştiyê. Serkevtin jî her ji bo hêzê ye. Ev hemî hevrikî jî, ji egera xweriskê mirovî ye. Xweriskê mirovî ezezanî, desthilatxwaz û hêzxwaz e. Di ezezaniyê da mirov şerrê milkekî dikin ko yên dî jî wî dixwazin, ev jî dibe egera hevrikiyê.[10]
  • Ketwarbîn wisa dibînin ko; berjewendî kakila livînên miovan e. Mirov vê berjewendîxwaziyê bi xwe re dibin nav siyasetê jî. Ew di nav welatên xwe da şerrê berjewendiyên xwe dikin, lê dibê di asta navneteweyî da armanca siyaseta derve berjewendiya neteweyî be, eger ne! dê şikestî be. Man û aramî du armancên herî serekî yên dewletanin ko qet tenezilê ji wan nakin. Berjewendiya neteweyî di meydana navneteweyî da bi her rengekî be jî, tiştekê vala nîne ji exlaqî. Mirov qet nikare bi tevavî xwe ji xirabiyê dûr bike, lê dikare di nav xirabiyan da xirabiyên biçûk helbijêre. Berjewendiya neteweyî ya bi (her amrazekê be jî) baştirîn xirabî ye. Di siyasetê da (çi di hindirê dewletê da be, çi jî li meydana navneteweyî) desthilatxwazî ne tinê armanc e, lê ew kakila niyetê ye, xwîna xebata siyasî ye. Hema siyaset hevrikî ye li ser desthilat û hêzê, û armanca siyasetê her çi be jî, hêz armanca yekser e.
  • Ketwarbîn qet daxwaza bê-exlaqiyê di siyasetê da nakin, lê ew dibêjin dewlet nikare pêgirî binyatên exlaqî be. Lewma ew ret dikin ko binemayên exlaqî yên neteweyekê nexşekêşên siyaseta wê bin. Tenê berjewendiyên neteweyî siyaseta dewletê dirist dikin.[11]

Di vê rewşê da, Mimkine ko aştî tinê bi sê rêyan hebe:

biguhêre

Yek: Naçarkirina dewletan bi qanûnên navneteweyî, dibe hêzeka kemerşikên ya cihanî anko desthilateka navendî ya bihêz hebe ko dewletên ko dixwazin dagîrkirin û destdirêjiyê bikin, bi rawestîne û pêgirî qanûnê bike. Jiber ko qanûna ko hêzek li pişta wê nebe, dibe qirêja ser rûpelan. Ev jî bi rêya çend rêyan dibe; ji çek kirin, tenahî, hevsengkirina bi heqî, li-êk-guhurtina aştiyane û hukmeta cihanî. Morgêntaw dibêje hevsengiya hêzê dikare aştiyeka rêjeyî dirist bike, ko di vê rewşê da du dewletên bi hêz hene ko çi ji wan nikarin pergala navneteweyî bi tivavî hevsar bikin. Her yek ji wan ji ya dî ditirse û nikare dagîrkirin û talana zêde bike, bi vî rengî jî aştî bi rêjeyî jî be mimkin e.

Du: Hukmeta cihanî, aştî dirist nabe heta hukmeteka cihanî dirist nebe, û hukmeta cihanî jî dirist nabe heta civakeka cihanî dirist nebe. Lewma dibê kar li ser diristkirina civakeka navneteweyî biêt kirin.

Sê: Xwe-guncandin: Jiber ko nehêsan e ko bi rêyên ko me gotî aştî dirist bibe, lewma kite rêya mayî xwe-guncandin e bi rêya dîblomasyetê. Anko bizav biêt kirin ko arêşe bi rêya gengeşe û dîblomasyetê biên çare kirin.[12]

Xweriskê jîngeha navneteweyî û yekeyên serekî

biguhêre

Morgêntaw dibêje cidahî di navbera siyaseta navxwe û siyaseta nîştîmanî de ewe ko; welatiyên nav dewletê, xwedî yek rewşenbîrî û kultûr in, ko civakeka yekgirtî û hevbawer dirist dikin ko armanca hemiyan parastina aramiyê ye. Dîsan desthlatek heye ko hemiyan pêgirî bicîhkirina qanûnê dike. Jiber vê jî çêkirina aramiya navxweyî hêsantir e.[13]

Lê di meydana navneteweyî da, çi desthilatên navendî jibo hevsarkirina pergalê û pêgîrkirina dewletan jibo qanûnê nînin. Lewma hemî dewlet dikarin bi rêya hêzê hevrikiyê li ser berjewendiyên xwe bikin. Lewma hindek dewlet dixwazin hêza xwe bi parêzin, hindek jî hêza xwe zêde bikin û hindek jî wisa li xwe diyar bikin ko bi hêzin. Her sê rewş jî dibin egera hevrikiyê.

Morgêntaw li wê bawerê ye ko, di meydana navneteweyî da dewlet yeke anko aktora serekî ye. Dibe ko rêkxistiyên navneteweyî yên hukmetî û nehukmetî, saziyên aborî, komên fişarkirinê û hindek caran kitekes bikarin bandorê li pergala navneteweyî bikin, lê her dewlete ko xwedî mezintirîn yekeya bi bandor. Ji ber ko her ewe pergal û qanûnên wê rêkdiêxe. Ji dewletan jî dewleta herî bihêz dikare xwedî zêdetirîn bandor be.[14]

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Hans Morgenthau | German-American political scientist | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ Hogan, Willard N. (1949). "Politics Among Nations.Hans J. Morgenthau". The Journal of Politics. 11 (2): 414. ISSN 0022-3816.
  3. ^ Kura, Sunaina (12 tebax 2021). "CONTRIBUTIONS OF HANS MORGENTHAU - INTERNATIONAL REALISM". Sociology Group: Sociology and Other Social Sciences Blog (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "Hans Morgenthau". Wikipedia (bi îngilîzî). 8 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "Hans J. Morgenthau | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ "Hans J. Morgenthau Quotes (Author of Politics Among Nations)". www.goodreads.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  7. ^ "Six Principles of Morgenthau Realist Theory | Important" (bi îngilîziya amerîkî). 19 tîrmeh 2021. Ji orîjînalê di 11 kanûna paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  8. ^ "Hans Morgenthau". Vikipedi (bi tirkî). 23 çiriya paşîn 2022.
  9. ^ "Morgenthau's Realist Theory (6 Principles)". Your Article Library (bi îngilîziya amerîkî). 31 adar 2015. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  10. ^ Tickner, J. Ann (1988-12). "Hans Morgenthau's Principles of Political Realism: A Feminist Reformulation". Millennium: Journal of International Studies (bi îngilîzî). 17 (3): 429–440. doi:10.1177/03058298880170030801. ISSN 0305-8298. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  11. ^ "hans morgenthau realism definition - بحث". www.bing.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  12. ^ "Politics among Nations: The Struggle for Power and Peace. By Hans J. Morgenthau. (New York: Alfred A. Knopf. 1954. 2nd ed. Pp. xxi, 600, xxv. $5.75.)". American Political Science Review (bi îngilîzî). 49 (2): 586–586. 1955-06. doi:10.1017/S0003055400275254. ISSN 1537-5943. {{cite journal}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  13. ^ "Hans Morgenthau's Theory Of Political Realism | ipl.org". www.ipl.org. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.
  14. ^ Dr. Imranê, Imerê Elî (2019). Peywendiyên Navdewletî, Xwandinek bo Teoriyên Serekî û Rexneyî [Xelîlê Evdilxefûrê Xelîl] (bi kurdî, Kurmancî, û Tîpên Aramî). Dihok: Xanî. r. 71.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)