John Fitzerald "Jack" Kennedy (jdb. 29ê gulana 1917an - m. 22ê çiriya paşîn a 1963an), serkomarê 35ê yê DYAê bû. Ew li sala 1961ê bû serkomar û berî dawîkirina gerra xwe ya çar-salî ya serkomariyê hat kuştin.

John F. Kennedy
35em Serokkomarê DYAyê
Wezîfedarî
20ê kanûna paşîn a 1961ê – 22ê çiriya paşîn a 1963an
CîgirserokLyndon B. Johnson
BerêDwight D. Eisenhower
PaşêLyndon B. Johnson
Jînenîgarî
Jidayikbûn
John Fitzgerald Kennedy

29ê gulana 1917an
Mirin22ê çiriya paşîn a 1963an (46 salî)
Şanenav
biguhêreBelge

Li Şerê Cîhanî yê Duyê, ew fermandarekê hêzên deryayî yên WYEyê bû, lê paşra ew li siyasetê meraqdar bû. Bi piştgiriya babê xwe, Joseph P. Kennedy Sr., wî xebata xwe ya siyasî di Partiya Demokrat ya Amerîkayê da dest pê kir.

Berî serkomariyê, ew ji sala 1947ê heta 1953ê endamê Kongeresa Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê û ji 1953ê heta 1960 endamê Senata Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Ew di hilbijartinên serkomariyê da bi ser bebijarê Partiya Komarî ya Emrîkayê da, Richard Nixonî, ko wî çaxî cîgirê serkomarî bû, serkevt. Ew piştî Theodore Rooseveltî ciwantirîn serkomarê WYE bû (wî çaxî temenê wî 43 sal bû). Ew serkomarê herî pêşîn yê wî welatî bû ko li sedsala 20ê hat bû dinyayê. Ew serkomarê yekane yê katolîk yê WYE ye. Ji serkomarên Emrîkayê tenê wî Politzer Xelat wergirtiye.

Bûyerên giring yê heyama srkomarî ya wî ev bûn: Êrîşa Kendava Berazan, Tengasiya Mûşekên Kûbayê, nijinîna dîwarê Berlîne, Pêşbirkêya Fezayê, Bizava Mafên Emrîkiyên Efrîkî û destpêka amadekariyên jibo Şerê Viyetnamê.

Di bûyereka hêşta bi tivavî eşkira nebûyî da, ew li roja 22ê çiriya paşîn a 1963an li Dallasa Teksasê hat kuştin. Kesê ko wekî tawanbar hat niyasandin Lee Harvey Oswald bû. Lê tenê 2 rojan piştî kuştina Can Kennedy, kesekê bi navê Jack Ruby, berî ko tawanbarê serekî bihêt dadkirin, Oswald jî kuşt. Kes heta evro jî nizane Oswaldî çima serkomar kuşt.

Can F. Kennedy heta niha jî yek ji kesatiuên herî hezkirî li Emrîkayê ye.