Şerê Viyetnamê (bi îngilîzî: Vietnam War, bi viyetnamî: Chiến tranh Việt Nam yan jî Chiến tranh Mỹ, "Şerê Amerîkî"), cengeke dirêj û tûj li Viyetnam û Laos û Kambocyayê ku di sala 1955ê de dest pê kir û heya rizgarkirina Saigonê di 30ê nîsana 1975ê de berdewam bû. Di vê cengê de hêzên rizgarker ên Viyetnama Başûr ên FNL û yên Viyetnama Bakur, hêzên rejîma Viyetnama Başûr a ku ji aliyê Amerikayê û çend welatên dijkomunîst ên din ve hatî piştgirîkirin şikandin û Amerîka naçar bû zû bi zû ji Viyetnamê derkeve.

Şerê Viyetnamê
Dema destpêkirinê
  • 1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
  • 30 nîsan 1975 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Hejmara miriyan
  • 1.291.426
  • 4.211.459 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Battle of Ap Bac
  • Many Flags
  • Tet Offensive Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • subsidy period Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Şerê Viyetnamê: Pêşanderê katjimêrê ji jorê û ber bi aliyê rastê ve: 1) û 2) leşkerên viyetnamî; 3) Veşartina 300 qurbaniyên komkujiya Huế di 1968an de; 4) û 5) Leşkerên amerîkî; 6) Komkujiya sivîlan ji aliyê leşkerên amerîkî ve li gundê Mỹ Lai.
Xwepêşaneke li dijî şerê Viyetnamê yên xwendekarên Zanîngeha Wisconsin-Madison (DYA).
Bîrdariya komkujiya 97 sivîlên gundê Mỹ Lai di 16ê adara 1968an de bi destê leşkerên amerîkî.

Çima ku ev şer xwe bi Şerê Îndoçînê (1946-1954) ve girêda û tesîra wî li seranserî Îndoçînê hebû, carinan wek Şerê Îndoçînê yê duyem jî tê binavkirin. Ji ber ku hêzên herî mezin ên cîhanê bandora xwe li ser vê şerê kirin, wek "şerê temsîlî" ya Şerê Sar tê hesibandin.

Şer piştî parçekirina Viyetnamê ya di sala 1954ê de wek şerê hindurîn li Viyetnama Başûr dest pê kir (1955-1964). Di vî şerî de Viet Minh (ku di sala 1960ê de wergeriyane Vietcong) xwestin rêveberiya Viyetnama Başûr bişkînin û welatê xwe dîsa bikin yek. Viyetnama Bakur a komunîst piştgirî da NLF û DYA alîkariya leşkerî li Viyetnama Başûr kirin.

Di salê 1965ê de serokê DYA Lyndon B. Johnson biryara bombebarandina Viyetnama Bakur kir û di meha adarê de zêdetir leşkerên amerîkî şande Viyetnama Başûr da ku li dijî NLFê şer bikin. Li ser vê yekê Yekîtiya Sovyet û Komara Gel a Çînê piştgiriya Viyetnama bakur kirin, şeş netewên din jî alîkariya leşkerî dane DYA û Viyetnama başûr. Di sala 1964ê de şer derbasî Laos û di sala 1970ê de ji derbasî Kambocayê bû. Piştî bûyera Tet a NLF Johnson bombebarandinê di sala 1968ê de da sekinandin.

Di sala 1969ê de serokê nu yê DYAyê Richard Nixon biryar da ku ji 1969ê û pê de leşkerên xwe ji Viyetnama Başûr vekişîne û piştî çend bombebarandinên nu agirbestê bi Viyetnama Bakur re ragihand. Heya 1ê gulanê 1975ê leşkerên Viyetnama Bakur hemî Viyetnama Başûr xistin bin destê xwe û dawî li şer anîn.

Jimara qurbaniyên viyetnamî digihêje pênc milyonan, di nav wan de 1,3 milyon kes leşker bûn. Qasî 58.200 leşkerên DYAyê û 5.264 leşkerên alîgir hatin kuştin. Bi milyonan viyetnamî ji ber şer û tesîra jehra Agent Orange seqet man.

Çavkanî biguhêre