Leglega spî
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, portugalî û fransî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Leglega spî | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Ciconiiformes |
Famîle: | Ciconiidae |
Cins: | Ciconia |
Cure: | C. ciconia |
Navê zanistî yê latînî | |
Ciconia ciconia (Linnaeus, 1758) | |
Belavbûna leglegan li cîhanê
Cihên ku tê de hêlînên xwe çêdikin Zivistan |
Legleg an leglege[1] an hacîlegleg[2] an jî hecîlegleg[2] an jî leglega spî (Ciconia ciconia), cureyekî leglegan (Ciconiidae) e.
Şayes
biguhêreLegleg 110-115 cm dirêj e. Rawestayî nêzîkî 85 cm bilind e. Teyrekî reşbelek û stûdirêj e û pê û nikul sor in. Serçeng û serbask û serbaskveşêr û perên milan yên dirêj reş in. Yê nêr mezintir e ji ya mê. Têjik wekî yê mezin e. Tenê reşatiya çengan û perên milan şûna reşî qehwayî ye. Reşika çavî risasiyekî bi ser şînî ve ye. Çermê rûsê di navbera binê nikulî û çavî û dormandorî çavan reş e.
Reftar
biguhêreLegleg hindek balindeyên mezin û pê û stû û nikuldirêj in. Nêr û mê yek reng in. Nikulên gihaştiyan sor,ên çêlikan reş e. Dema rêveçûnê hêdî gavên xwe diavêjin. Li ser daran û avahiyên bilind û minare û dartêlan hêlînan çêdikin. Xwarina wan behra pitir masî û beq û mar û mêş û mor vekolîne.
Jîngeh
biguhêreLi cihên bilind li ser qube û minare û qevlexanî û zincan û darên hişk û dartêlan hêlînên xwe çêdike.
Hêlînkirin û pirbûn
biguhêreHêlîna xwe her sal ji nû ve dike. Di serê sibatê û adarê de ji 3-5 hêkên spî spî dike. Têjikan gulan û xizîranê tîne derê.
Koçberî
biguhêreLegleg balindeyekî koçber e, ji nîvê meha Razberê karê barkirinê dike, xwe dike ref ref (refa wan hindek caran xwe li pênciyan jî dide eger nebore) û qesta başûrî dike (ji tebaxê heta çiriya pêşî li herêma Kurdistanê namîne qesta nişîv dike) heta bakurê rojava û başûrê Afrîkayê diçe. Hêjayî gotinê ye di van pazdeh-bîst salên dûmahiyê de bi awayekî eşkere legleg li Kurdistanê ber bi vebiryanê diçe.
Parêzî
biguhêreLi perê avan û di nav zevî û mêrg û golên avê de beq, mar, margîse, mêş û masiyên biçûk dixwe, lê gelek hez ji xwarina kuliyan jî dike.
Belavbûn
biguhêreLeglega spî li gelek herêmên li parzemînên Afrîka, Asya û Ewropayê tên dîtin.
Pêşangeh
biguhêre-
Rûyê leglega spî
-
Hêlînên leglegên spî ser malek li Spanyayê
-
Leqleqa leglegan
-
Hêk
-
Refeke mezin a leglegan
-
Leglegek biçûk kêzikek dixwe
Çavkanî
biguhêre- ^ Îsmaîl Taha Şahîn (2006).
- ^ a b *Zana Farqînî (2004).
Nîşe
biguhêreBîblografî
biguhêre- Îsmaîl Taha Şahîn (2006). Balindeyên Kurdistanê. Spîrêz, Dihok. (Bi tîpên erebî ye, ji bo tîpguhêziya latînî û wîkîpedyandina nivîsê, bikarhêner MikaelF).
- Zana Farqînî (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî, Stenbol.
- H. Heinzel, R. Fitter û J. Parslow (1995). Türkiye ve Avrupa'nin Kuşlari (Kuzey Afrika ve Orta dogu dahil). Türkiye Dogal Hayati Kuruma Dernegi, Stenbol. ISBN 975 94098 28
- D. Îzolî (2007). Ferheng. Kurdî-tirkî Tirkî-kurdî. Deng, Amed.
- R.F. Porter, S. Christensen, P. Schiermacker-Hansen (1996). Field Guide to the birds of the Middle East. T & A D Poyser, London.
Girêdanên derve
biguhêre- Dengên leglegan
- White Stork videos, photos and sounds Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine Wêneyên Leglega spî
- Leglega spî – [1].