D. Îzolî
D. Îzolî, Delîlo Îzolî, bi fermî Hiseyn Yildiz, jdb. 8ê adarê 1940 li gundê Hulman nehiya Moxindî, Dêrsim), ferhengdanerê kurdî ye.
D. Îzolî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1940 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Li Dêrsimê li navçeya Mêzgir li gundê Hulmanê ji dayik bû. Li gorî nasnameya D. Îzolî di 8ê adara sala 1940an ji dayîk bûye. Bav û kalên wî ji aliyê Qerejdaxê pêşî tên gundê Rîçikê dû re jî li Hulmanê cîwar dibin.
D. Îzolî di 12 saliya xwe ji gund derdikeve û 22 saliya xwe de derbasî Ewropayê dibe û li Holendayê bicih dibe. Li Holenda kargehekê de karker bû.
Di sala 1987an yekemîn ferhenga kurdî-tirkî, tirkî-kurdî amade kir. Ev ferheng 500 heb çap bû. Di beşa kurdî-tirkî qasî 30 hezar bêje û 4 hezar biwêj, di beşa tirkî-kurdiya ferhengê de jî 25 hezar bêje cih girtin. Di sala 1992an ev ferhenga xwe ji nû ver ji çav derbas kir û ji nûve ferhengê çap kir. Di çapa nû ya ferhengê de ji bilî bêjeyan her wiha beşeke rêzimanê û rêhbera dewletên cihanê jî cihê xwe girt.
Berhem biguhêre
- Ferheng Kurdi - Tırki, D.İzoli, 1991, Holenda, wêşanên Deng, ISBN 3-927213-04-7