Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî! biguhêre

--MikaelF (gotûbêj) 21:14, 13 pûşper 2017 (UTC)

Paediatric multisystem inflammatory syndrome (PMIS) biguhêre

@Biyolojiyabikurdi: Bi silav û rêz mamoste, tu çawan î? Gelo tu dizanî "Paediatric multisystem inflammatory syndrome (PMIS)" (pî-em-ay-es) bi kurdî çawa dibêjin? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 12:34, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF: Silav, ez heta niha derbarê vê nexweşiyê de rastê tu zanyariyên bi kurdî nehatim e. Lê heke rojek gotarek binivîsîm ezê ji van herdu hevokan yekê bi kar bînim.

Nîşaneya hewkirdina firekoendam li zarokan

Nîşaneya kulbûna firekoendam li zarokan

bimîne nav xêr û xweşiyê de. -- Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:08, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Biyolojiyabikurdi, gelek spas ji bo pêşniyaza te ya wergera kurdî ya navê nexweşiya PMISê. Min îro der barê vê nexweşiyê de ev gotar dît: [1]. Ez li hêviya gotara te dimînim, mamoste... :) --MikaelF (gotûbêj) 17:36, 31 çiriya pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Wîkîpediya Meha Asyayê/2020 biguhêre

Silav Biyolojiyabikurdî,
Em te vedixwînin ji bo beşdarîkirina wîkîmaratona Meha Asyayê.
Wîkîpediya Meha Asyayê pêşbaziyeke Wîkîpediyayê yê salane ye ku pêşdederxistina naverokên asyayê bi zimanên curbicur armanc digire. Her civateke beşdar li ser wîkîpediya xwe û bi zimanê xwe di meha çiriya paşîn de maratoneke wîkiyê (edit-a-thon) bi rê ve dibe. Meqseda vê wîkîmaratonê ji xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên asyayê de ye. Kurdistan û zimanê kurdî jî yek ji welatên Asyayê tê qebûlkirin. Lewma di wîkiyên kurdî de gotarên derbarê Kurdistanê de ji bo vê wîkîmaratonê nayên hejmartin. Beşdarî ne tenê bi welatên Asyayê sînordar e, welatên ne li Asyayê jî dikarin vê maratonê li ser wîkiya xwe li dar bixin û bi vî awayî naverokên di derbarê Asyayê de çêkin an bi pêş bixin.
Ka were û em di vê maratonê de pevre ala Wîkîpediyayê bilind bikin û gotarên bi zimanê xwe bi pêş bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:55, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Guhertina girêdana gotarê biguhêre

@MikaelF: Silav, Min gotarek bi navê çermê mirov çê kir û li ser gotarek berê zêdekir. Navê gotara berê “çerm” bû. Min navê gotarê wekî “Çermê mirov” guherand. Divê girêdana gotarê bi gotara enwiki ya bi navê ”Human skin” ve were guhertin. Gelo tu dikarî girêdana gotarê ji “Skin” biguherînî wekî “Human skin”. Ev peyama bêîmze ya Biyolojiyabikurdi (gotûbêjbeşdarî) ye.

Silav Biyolojiyabikurdi, baş e, girêdana nivîsarê bû Human skin. Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:04, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

@MikaelF: Mala te ava be.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:07, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Liver failure biguhêre

Silav Biyolojiyabikurdi tu çawan î, baş i? "Liver failure" bi kurdî çi ye? Wîkiya soranî "Sistiya cergê" (Sistîy cerg) bi kar tîne, bi kurmancî heman peyv tê bikaranîn yan na? Bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 07:18, 5 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav MikaelF Heke kezeb hin erkên xwe bi cih bîne lê ji bo hin erkên xwe têk çûyî be, mirov dikare bibêjê ko sistiya kezebê rû daye. Mînak berhemanîna zerav (zirav) û fîbrînojen karê kezebê ye. Heke kezeb zeravê berhem bike lê nikaribe fîbrînojenê berhem bike vê gavê kezeb di karê xwe de sist bûye. Lê heke hîç karekî neke wê gavê em dibêjin kezeb têk çûye. Ango mirov dikare li gor rewşê, di nav hevokê de “sistiya kezebê” an jî “têkçûna kezebê” bi kar bîne. Bimîne nav xêr û xweşiyê de.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 08:46, 5 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Biyolojiyabikurdi, tu her hebî, mamostayê hêja. --MikaelF (gotûbêj) 16:09, 5 adar 2021 (UTC)Bersiv bide

Translation biguhêre

I see that you are using English-language sources for your citations in biology/anatomy articles, so can I ask for you to prepare a translation for menstrual cycle? There doesn't appear to be an article on this subject on this Wikipedia, and that's a big lacuna. On English Wikipedia, the article menstrual cycle is about to be the main-page featured article, which means it's one of the best articles on Wikipedia, and all the citations and text should be as good as can be. That should mean that it should be easy to prepare a Kurdî translation and copy over all the images and citations. Of course, the subject is one of the most for important human biology everywhere, so it's a shame that there is no coverage of the subject on Ku.Wiki. I hope you're well, and keep up your good work! GPinkerton (gotûbêj) 17:49, 27 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide


Silav GPinkerton,

spas ji bo pêşniyara te. Ez niha li ser babetê masûlkeyan dixebitim. Ez gotarên wikipediyayê rasterast wernagerinim kurdî. Her car ji çavkaniyên cor be cor gotarek nû û resen amade dikim. Ezê di rojên pêş de li ser sîstema zayendê jî gotarek binivîsim. Wê demê ezê gotarek derbarê sûra mehî (menstrulal cycle) amade bikim. Bimîne nav xêr û xweşiyêde.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 20:01, 27 gulan 2021 (UTC)Bersiv bide

Zêdekirina zanyariyên şaş li ser gotara Mejî (mejiyê mezin) biguhêre

@Ghybu: Silav,

bikarhênerê “185.84.71.98” bi kurdiyek xirap,hin zanyariyên şaş û bêçavkanî li gotara Mejî (mejiyê mezin) zêde dike. Herwisa tiştên ko ev bikarhêner li gotarê zêde dike hin agahiyên derbarê demaxê mirov de ye,ne ko mejiyê mirov. Min rûpelê sereast kir lê heman kes dîsa li gotarê zanyariyên şaş zêde kiriye. Ji kerema xwe vê bikarhênerê asteng bike bila rûpelê bi vî awayê neguherîne. Bimîne nav xêr û xweşiyê de.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 10:37, 21 gulan 2022 (UTC)Bersiv bide

Dengdan biguhêre

Êvar baş hevalê @Biyolojiyabikurdi: .Tu çawanî ? Başî ? Em dixwazin sernav û kategoriyên du gotaran standard bikin. Mixabin nêrînên me yên cuda hene. Ji ber vê yekê min pêşniyara dengdanê kir.Ez ê kêfxweş bibim ku tu beşdarê dengdanê bibî.Silav û rêz

https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadmend%C3%AE#Barkirina_Dadmend%C3%AE_01-2023 https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE#Barkirina_Dadwer%C3%AE_01-2023 Avestaboy (gotûbêj) 18:07, 24 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Êvar baş @Biyolojiyabikurdi: Te dengê xwe de ji bo gotûbêja dadmendî/edalet. Gelo tu dikarî li vir jî bêşdar bibî ? https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Got%C3%BBb%C3%AAj:Dadwer%C3%AE Avestaboy (gotûbêj) 18:22, 25 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Gotina Zelam biguhêre

Silav hevalê @Biyolojiyabikurdi: . Biyolojî pisporiya te ye. Bi dîtina min sernavê gotarê zelam çewt e. Zelam tê maneya zilam. salmezin an gihîştî dê rast be. Avestaboy (gotûbêj) 01:28, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav, @Avestaboy : Em di qonaxên geşebûn û peresînê de ji mirovên nû jidayikbûyî re dibêjin nûza (0-1 mehî), yên 1-12 mehî re dibêjin dergûş, yên 1-12 salî re dibêjin zarok, yên 12-21 salî re dibêjin herzekar. Piştî temenê herzekariyê, heta temenê 65ê mirov wekî “mirovên pêgehiştî”, di salên şûnve jî êdî wekî kalûpîr tên navkirin. Loma divê sernavê gotarê jî wekî “mirovê pêgihiştî” an “temenê pêgihîştî” an jî “pêgihîştî “ be.[[2]] Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 07:42, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Roj baş@Biyolojiyabikurdi: . Ez peyva nûza dizanim. Lê min heta niha nizanibû ku meriv ji mirov re jî dibêje dergûş. Heya niha min ew tenê wekî wateya nivînên zarokan dizanibû. Lê min di ferhenga xwe ya dîjîtal de lê nihêrî û tu rast dibêjî. Tu kîjan ji pêşniyarên xwe tercîh dikî? Avestaboy (gotûbêj) 09:11, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

@Avestaboy: Silav, bila "mirovê pêgihîştî "be. Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 11:13, 31 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide

Spasî (2024) biguhêre

Ez nîşaneke zêrîn didime
Biyolojiyabikurdi
 
ji bo
karê te yê bêhempa li ser Wîkîpediya kurdî,
tu her hebî!.
--MikaelF

--MikaelF (gotûbêj) 09:49, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)Bersiv bide

Yekem niqte, dûr ve çavkanî biguhêre

Silav hevalê @Biyolojiyabikurdi, zor spas ji bo xebatên te a kalîtelî. Gelo, min di xebatên te de dît ku tu her cara niqte piştî çavkaniyan nivîs dikî. Wek her zimanên wîkîpediya de, baştir û rast e ku tu yekem niqte bi nivîs bidî û dûrve çavkanî pêk re zêde dikî. Spas ji bo xwendina ve mesaje. Gelek rêz. Ereğlı24 (gotûbêj) 13:34, 17 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide

@Biyolojiyabikurdi ev dema te xweş be û gelek spas ji bo gotarên te yên balkêş û rêkûpêk. Di warê niqte û çavkaniyan de, tu baş dinivîsî, yekem çavkanî û piştre bi niqte hevokê kuta dikî, tu rast î û Wikipedia şaş e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 09:00, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê @MikaelF, gotina te teyê kiçar mane? Çawa platforma wîkîpediya şaş e gelo? Di Wîkîpediya standartên nivîsê heye û van li vir mecbûr in. Heger ku mecbûr nebe û biraderê @Biyolojiyabikurdi bi ve nivîsê berdewam bike bi sedan çewtî dibin. Bi kerema xwe standartên wîkîpediya re miqate bin. Spas dikim. 213.162.73.107 12:43, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide
Silav @Ereğlı24 Baş e, gelek spas, ez şaş bûm. MikaelF (gotûbêj) 21:26, 21 sibat 2024 (UTC)Bersiv bide