Herwiha --> Mijarên têkildar biguhêre

Silav. Binêre vê gotûbêjê. Li wir biryarek hatiye dayîn ku divê "Mijarên têkildar" were bikaranîn. Ji kerema xwe tu jî Mijarên têkildar bi kar bîne. Dembaş! Balyozxane (gotûbêj) 12:02, 28 tebax 2021 (UTC)Bersiv bide

Çavkanîdayîn biguhêre

Silav, te pir caran ji wîkiyên din çavkanî kopî dikî. Lê belê tu bi awayekî xelet vî karî dikî. Mînak te li vir [1] çavkaniyek ji en.wiki kopî kiriye. Her çiqas ew di rastiyê de lînkek be jî, te lînk ji bîr kiriye. Ka binêrin di vê lînkê de çi ye? Pê lê bike. Çi derdikeve? — часть Кавказа, населенная лезгинами (см. Лезгины). Тем же именем называется Дагестан у восточных писателей. Ez bi rûsî nizanim, baş e ku Google werger heye. Çi dibêje: "- a part of the Caucasus inhabited by Lezgins (see Lezgins). Dagestan is called by the same name among oriental writers." Te ew çavkanî li kû nivîsî? Piştî "Destpêka sedsala 19'an Lezgistan ketiye bin destê Rûsan û bi vê encamê li ser çemê Samûr hatiye parçe kirin". Niha çi eleqeya ew her du hevokan hene? Heke kesekî din ev tişt ferq bikira, gelo çi bifikire? Dê bibêje ti pêbaweriya Wîkîpediya kurdî nîne. Xêra dê û bavê xwe hinek bala xwe bide ka çi dikî, çawa zirarekî mezin didî.

Pirsgirêkeke din jî heye ku ew jî mafên telîfê (copyright) e. Ji kerema xwe re êdî dev ji kopîkirina ji malperên din berde. [2] Kopîkirina rasterast qedexe ye. Çiqas bibêjî na ez qebûl nakim jî nabe. Qanûnên wîkiyê destûr nadin me em her tiştî kopî bikin. Înşela me li hev kiribe. Balyozxane (gotûbêj) 21:03, 29 tebax 2021 (UTC)Bersiv bide

Xebatên kirêt biguhêre

Silav Kurdî27, guhertinên te gelek bê kalite ne. Dema ku mirov li ser gotarek lêkolîn kir mirov li ser wîkîpediyayên din kontrol dike ka gelo li ser wîkîyên din, îngilîzî, Îtalî, Almanî ka çawa nivîsîne, mirov wan ji xwere mînak hildide û gotara herî baş dinivîse. Pêşniyara min ji te re ev e: heta ku te kêmasiyên xwe sererast kir, gotarek ceribandinê biafirîne li wir bixebite û guhertine xwe yên bi vî awayî bide sekinandin. Penaber49 (gotûbêj) 21:28, 8 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Ay dil ay dil dilo lo

Te digo çi min digo wilo lo
Wext derbas bû weke doh
Heya ez heliyam lo

Ay dil dilê xortanî
Gelek tiştê xweş dianî
Min digo qey tu bi zimanî
Lê Kurmancî nizanî

Ay dil ay dil dilo lo
Te digo çi min digo wilo lo
Wext derbas bû weke doh
Heya ez heliyam lo

Ay dil ay dil dilê geş
Te dît gelek tiştên xweş
Te yek dikir sed û şeş
Xerakir kezeba reş

Ay dil ay dil dilo lo
Te digo çi min digo wilo lo
Wext derbas bû weke doh
Heya ez heliyam lo

Ay dil ay dil dil diêşe
Dil kezebê digivêşe
Kes nizan ev çi êş e
Kes nizan ev çi êş e

Ay dil ay dil dilo lo
Te digo çi min digo wilo lo
Wext derbas bû weke doh
Heya ez heliyam lo Kurdî27 (gotûbêj) 10:05, 9 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Google werger biguhêre

Silav Kurdî27, xebatên rasterast werger a Google Translate e û bi temamî nayê fehmkirin. Ji kerema xwe dest ji guhertinan berde. Jibo ku zirar negehê gotaran û wîkîpediyayê, em mecbûrin hemî guhertinên te paşve hildin. Penaber49 (gotûbêj) 16:18, 9 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Ez google werger dest be nakim. Kurdî27 (gotûbêj) 17:30, 9 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

@Kurdî27:, Kîjan wergerê bikar tînî, bîne mixabin xebatên te yê bi vî awayî zirarê dide wîkîpediyayê. Ji kerema xwe xebatên xwe yê li ser wîkîpediyayê bide rawestandin. Penaber49 (gotûbêj) 18:14, 9 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Kurdî27, tu çer î? Ew berçav e ku tu bi riya amûreke wergerandinê bi kar tînî bo çêkirina gotarên xwe û mixabin ewqas baş dernakevin. Ez rexne li mirovê Kurdî27 nakim, lê li awayê karkirina te. Amûra ha baş şul nake û mirov derkeftê qet tênagehe. Gelo tu bixwe wergerên xwe fehm dikî? Bi kurdiyeke rêkûpêk in? Ji kerema xwe re bala xwe bide hevalên xwe yên wîkîpedîk, amûra Google Translate a Wikimediayê bi kar neyne, gotaran bi peyvên xwe binivîse, ne hewce ye ku gotar ewqas dirêj bin, lê bi peyvên xwe, kopî meke û bi vî awayî tu dê bî nivîskarekî pirr baş. --MikaelF (gotûbêj) 21:22, 9 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Agahiyên ji wîkîpediya tirkî biguhêre

Silav Kurdî27, wisa dixûyê ku tu gelek agahiyên naveroka ji wîkîpediya tirkî werdigirî. Bi taybetî di derbarê gotarên dîroka de naverokên wîkîpediya tirkî alîgir û ne rast e. Gotarên dîrokî ji wîkîpediya tirkî werger nekî êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 20:00, 12 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Ez ji gotaren tirkî werger nakim? Kurdî27 (gotûbêj) 21:44, 12 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide

Beşê mijarên têkildar biguhêre

Silav Kurdî27, tû di naverokên gelek gotaran de beşê mijarên têkildar zêde dikî, bi rastî ev jibo hemî gotaran ne hewceye. Algorîtmaya wîkîpediya jixwe bi awayekî otomatîk gotarên têkildar li jêra gotaran rêz dike. Heta ku tû bi awayekî baş fêrê kurdiya standard bû, zêde guhertinên mezin neke û gotaran neafirane. Penaber49 (gotûbêj) 15:51, 19 îlon 2021 (UTC)Bersiv bide