BERKİYA
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
biguhêreWîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 90.443 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Koçer Bîrkar
biguhêreSilav. Te li ser rûpela min a (ro)botê (Balyozbot) nivîsandiye. Ji kerema xwe carekî din vê rûpelê User talk:Balyozxane bi kar bîne. Niha em werin meseleya xwe. Li ser wîkîpediyayê tenê wêneyên ku destûra wan hene tên bikaranîn. Berê kesekî bê destûr lê zêde kiriye, lê belê jê hatiye birîn ji ber ku bêdestûr bû. [1] Dembaş Balyozxane (gotûbêj) 22:40, 18 tebax 2021 (UTC)
Silav, bira
biguhêreKa xêra xwe pê li vê lînkê Taybet:Homepage bike, tu tiştek dibînî? Balyozxane (gotûbêj) 11:23, 28 tebax 2021 (UTC)
To enable the newcomer homepage, visit your "Newcomer homepage" settings in Preferences. Eve bira
Vegere Destpêk. BERKİYA (gotûbêj) 14:32, 28 tebax 2021 (UTC)
- Temam ji bo çalakkirina amûrê, here rûpela Tercîhên min û di dawiya rûpelê de dibêje Newcomer homepage, pê li qutiya li hember Display newcomer homepage bike. Dûre tu yê karibî rûpela Taybet:Homepage bibînî. Ji bo bikarhênerên nû hatiye çêkirin. Ji bo zêdetir agahî dikarî vê rûpelê binêrî. Balyozxane (gotûbêj) 14:46, 28 tebax 2021 (UTC)
Wêne
biguhêreSilav, xuya ye tu ji googlê wêneyan bar dikî commonsê. Wêne xwedî mafên telîfê ne. Loma barkirina wan ya bêdestûr qedexe ye. Ew wêne dê werin jêbirin kengî kesek ji commonsê wana ferq bike. Hay jê hebe. Balyozxane (gotûbêj) 21:22, 28 tebax 2021 (UTC)
- Herwiha binêre çend agahî li ser mafên telîfê li vir hene Balyozxane (gotûbêj) 21:23, 28 tebax 2021 (UTC)
Slav bira Dema ku ew xwediyê wêneyê bibînin wêneyên ku dê werin jêbirin. tu dikarî bi kîtekît vebêjî BERKİYA (gotûbêj) 11:16, 29 tebax 2021 (UTC)
Nivîsandina gotaran
biguhêreSilav BERKİYA,
Dema ku mirov gotareke afirand tenê bi wêne û daxûyaniya destpêkê nabe.
Mînak ku te gotara kesekî Navdar anjî ansîklopedîk nivîsî pêwiste di naverokê de hinek qala wî/wê bikî. Di destpêkê de di daxuyaniya gotarê de; navê wî dîroka jidayikbûnê, cihê Jidayikbûnê, kiye, branşa wî çiye û ji kîjan neteweyê ye binivîse. Pêre di Naveroka duyem de Jînenîgarî wî/wê binivîsî û di naverokê de çavkaniyan diyar bike. Piştre li gorî netewe û branşa wî gotarê tevlî kategoriyan bike.
Dema ku te ji wîkîpediya inglîzî an jî ji wîkîpediyayek gotarek qulubande zimanê kurdî, tu dikarî heman gotar an jî bêjeyî wergerînî zimanek din ku tu dizanî, tirkî erebî farsî hewd. Dema ku vî yekê pêk anî di wergera te da şaşî hebin tu di zimanê duyem de dibînî û dikarî sererast bikî. Penaber49 (gotûbêj) 21:01, 30 tebax 2021 (UTC)
Pir dijwar e ku meriv bi vê dîsîplînê pêşkeftinê bike. BERKİYA (gotûbêj) 00:04, 31 tebax 2021 (UTC)
Silav BERKİYA, bi rastî dema ku te awayî nivîsandinê zanî gelekî hêsan e. Demekî min gotarên aktrêsan dinivîse hemî bi vî awayî nivîsî. Mînak gotara Alison Brie û gelek gotarên din min bi vî awayî nivîsî. Penaber49 (gotûbêj) 03:32, 31 tebax 2021 (UTC)
Wêne 2 Osman Sebrî
biguhêre@BERKİYA: Tu çawan î? Te kengî ev wêne girtiye? Ma te Osman Sebrî yê nemir nas dikir? Heke tu ne xwediyê vî wêneyê fotografîk bî, bi sedan mixabin, divê wêne bê reşkirin. Dema mirov bê destûr wêneyan kopî dike, dizîkerî dike. Ji kerema xwe re, wêneyên te bi xwe girtiye li Wikimedia Commonsê bar bike, dû re li Wîkîpediya kurdî bi kar bîne. Gelek spas. --MikaelF (gotûbêj) 11:40, 30 çiriya pêşîn 2021 (UTC)