Min heta naha pir ferhengan (pirtûka şor)xand, eman wî şor(ajal)bona heywan(erebî??) an cinewir ne xand. Ev kijan kurdîye (ewremanî? kurdîya-nû-bilind) ??

HevalO/hevalê, li gelek ferhengan peyva AJAL/AJEL heye; bo nîmûne, li ferhenga Farqînî ya Enstituya Kurdî ya li Stenbolê. Li ferhengên zaravayê soranî jî heye. Silav, MikaelF 11:23, 3 berfanbar 2007 (UTC)

Ajal û heywan 2013 biguhêre

Heke ez ne çewt bim,

1) Hirç, gur, mishk... ne ajal in, heywan in. Hirç, gur, rovî... rawir jî ne; mishk, balinde, mar, masî... heywan in, bes rawir in? Ji xwe ne ajal in.

2) Pez, çêlek, dewarên gir û hwd ajal in. Heke mirov xwedî pez be, ajaldar e.

  • Shefîq Qezaz (2000). Ferhengî Sharezûr. Hewlêr. Ajall, livestock. Cf. gawgotall, merrumallat; ajalldar, owner of livestock, pasture land; ajalldarî, ownership of livestock, pastoral.
  • Gîwî Mukriyanî (1999/2010). Ferhengî Kurdistan. Hewlêr/Amed. Ajal, malat, wulis, mer û malat.
  • Taufiq Wahby & C.J. Edmonds (1966). A Kurdish-English dictionary. Oxford. Ajall, flocks and herds.
  • Michael Chyet (2003). Ferhenga Kurmancî - Inglîzî. Peyva "Ajal" tune ye. Heywan, animal. (canewer, dirrende, ga, heywanet, rawir, sewal, tabe, terawil).
  • Umîd Demîrhan (2006/2007). Fergenga destî. Bazîd. Ajal, sewal, heywan; ajaldar, sexbêrê sewalan.

Hûn çi difikirin? Silav --MikaelF (gotûbêj) 16:35, 10 pûşper 2013 (UTC)

Heywan = Animal; Ajal = livestock; rawir = wild beast.--ÇalakГотубеж 20:24, 10 pûşper 2013 (UTC)
Herwiha Sewal (Bizin, Mih hwd.) + Dewar (Çêlek, Ga hwd.) = Ajal.—Gomadapeyam 10:04, 15 pûşper 2013 (UTC)
Navê Kategorî:Ajal bi botê bikim Kategorî:Heywan? Paşê, dîsa li gorî heywanan kategoriya Ajalê çêkin... Herwiha goterek ser Ajalan jî hewce ye.--Ghybu (gotûbêj) 10:11, 15 pûşper 2013 (UTC)
Wekû wîkî ckb çê bike: ckb:پۆل:ئاژەڵەکانKategorî:Ajal; ckb:پۆل:گیانلەبەرانKategorî:Heywan.--ÇalakГотубеж 10:29, 15 pûşper 2013 (UTC)

Silav

Canewer di Farsî de jî heye bi wateya ruhdiberek ku dibizive anku her jîndarek ku dikare bibizive. Di farsî de candar du cûre ne: an giya گیاهne an jî canewerجانور Ger tu navê gotara heywan biguherînî û dîsan bikî canewer wê pir qenctir bibe. Di kurdî jî canewer, bi lawiran û ajalan jî dibêjin. Binêre wikiferhengê. Îrec Mêhrbexş (gotûbêj) 19:30, 15 pûşper 2013 (UTC)

Ez difikirim ku ajal deha rinde. Çinkî heywan peyveke Erebî ye. Her wiha Gelenk gotar he ne ku bi peyva ajal destpê dikin ( wek mînak ajalên kovî an jî ajalên kedî. Ango ez nabêjim ku hûn peyva heywan derxin. Ez tek dibêjin ku rinde ku meriv sernavê gotar dixe ajal. Avestaboy (gotûbêj) 22:15, 4 rêbendan 2019 (UTC)

Vegere rûpela "Heywan".