Gotûbêj:Alişan

Şiroveya dawî: 19 tîrmeh 2023 ji aliyê Avestaboy ve di mijara „Zaza/Kurd“ de

Kurdiya xelet biguhêre

Silav KelêÛxelfetî, di navçe, xelatên xwe, programên xwe?? gelo ev têne çi wateyê? Tu heta kengî bi vî zimanê xelet tu li vir binivîsî ez jî nizanim?? Heta niha çend kesan di derbarê ku tu bi kurdî nizanî û hatî hişyarkirin tu çima guh nadî hişyariya tu kesî û heman xeletiyên xwe dewam dikî? Penaber49 (gotûbêj) 06:33, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Penaber49, ez rewşê fam nakim, wekî din ez bibore. Çi ye, ez ê rast bikim. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 11:55, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49, gelo gelek caran di gotarên we de xeletiyên we hene, çima hûn wan her gav ji min re dişînin? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 11:58, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav @Ghybu, MikaelF, Bikarhêner, û Balyozxane: ji kerema xwe ha ji vê rewşê jî hebin. Min gelek hewl da lê wisa dixuyê ku hedîseyek bê hêvî ye :)) Bi silav û rêz. Penaber49 (gotûbêj) 12:30, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Roj baş @Penaber49 û @KelêÛxelfetî . aktor û stranbêjekî tirk e ku deybavên wî kurd in. Ev peyv bi dîtina min ecêb e . Alişan jixwe kurd e . Lewma ez difikirim ku wisa rast e : aktor û stranbêjekî kurd e an jî aktor û stranbêjekî tirk e ku bi eslê xwe kurd e . Avestaboy (gotûbêj) 13:35, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê @Avestaboy, ez jî fikirîm, ji ber ku Alişan kurd e û muzîka kurdî jî çêdike, bi eşkereyî stranbêjeke kurd e yan jî stranbêjeke kurdî û tirkî e. Ez fêm nakim çima dîsa bi min re wisa dikin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:58, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Avestaboy: Erê, sosret e, lê va ye muzîka Alişan, dibe ku ez şaş bim, lê ka kurdbûna wî ye? Kurd e, zaza ye? Elewî ye? Alişan li Stembolê hatiye dinyayê, çû dibistana seretayî ya Kuvay-ı Milliye, dibistana amadeyî ya Koleja Taybet a Şîşliyê û Lîseya Taybet a Evrîmê. Yanî perwerdeya wî sed ser sedî tirkî bû. Heke Alişan bixwe bibêje ez kurd im, ez kurdîperêz im, em dikarin gotarê biguherin. Heta ez dijraberê nebînim, ez dibêjim ew tirk e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 17:40, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav @Ghybu, ez tenê wî fêm nakim, hesta min heye ku @Penaber49 niha bi min re pirsgirêkek kesane heye. Hawar… KelêÛxelfetî (gotûbêj) 13:56, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalên @Ghybu û @Bikarhêner, hevalê @Penaber49 li min heqaret dike. „Hawar ji bo wîkîpediya kurdî ku kesek bi navê Kelêûxelfetî heye ku heya ku bersivên xwe jî bi Google translate dinivîse ku bi kurdî nizane hatiye wîkîpediyayê diherimîne.“ (Ev peyam dikare di dîroka rûpelê de were dîtin.) Sûcdarkirinên li ser min, ez xemgîn dibînim ku çawa tenê li dijî min çalakî tê kirin, lê li dijî Penaber49 re naye kirin. Ez her gav bi dengek bêalî dinivîsim, lê her gav bersivên biçûk distînim. Ez fam nakim ku ev dijminatî ji ku tê, ez fam nakim Penaber49 ku di gotara xwe de gelek xeletiyên rastnivîsînê hene, çawa dikare min bi van tiştan tawanbar bike û min şermezar bike. Penaber49 Min tu carî li problemek bi te negeriyaye, lê hêdî ez difikirîm ku tu çend salî yî û bi rastî ez bi kîjan kesî re dinivîsim, ku li min ewqas êrîşî kesayetiya min dike. Silav û rêz… KelêÛxelfetî (gotûbêj) 16:21, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@KelêÛxelfetî Min çi heqaret li te kiriye ka bêje. Te ji xwe re meydanê vala dîtîye û hişyariya tu kesê nagirî û bi dilê xwe zirarê didî wîkîpediyayê ku kesek ji te re tiştekî got, vedigerî tê li min heqaret dikin dibêjî. Heta niha bi kî re problemên min çêbûye ka bêje. Silav @Ghybu: willah ez tehemûl nakim kesek hem karê xirab bike û hem jî mirov sûcdar bike. Çima ku ez dibêjim hinek karên xwe serrast bike hem guh nade mirov dema ku mirov tiştekî got radibe hêj serda mirov sûcdar dike. Ji kerema binêre ka li vir çend kes ji karê vî kesî dilxweş in. Êdî her ku diçe mirov aciz dike. Ji kerema çareseriyek bibînin, edî bes e. Penaber49 (gotûbêj) 16:40, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@Penaber49, Ne hewce ye ku hûn her gav "herkesî" têxin nav xwe, hûn dikarin xeletiyan nîşanî min bidin, lê bi rengek mezin, gotar jixwe baştir bûye, pirsgirêka min ev e ku hûn hewl didin min şermezar bikin, berî wê wekî propagandayekî tirk, paşê wek "Akpartili" ji ber hebûna min ji bo wikipediaya kurdî alîkar bû. Divê hûn fêr bibin, li vir kes êrîşî we nake, ji ber vê yekê heman tişt ji we re derbas dibe. Ger sedemên vê peyamê tune bûn, çima we dîsa jê bir? KelêÛxelfetî (gotûbêj) 16:48, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Êvar baş @Penaber49 û @KelêÛxelfetî Ji kerema xwe dev ji şerê berdin. Em hemû mezin in û ne zarok in. Ji kerema xwe vê bi aştiyane çareser bikin. Avestaboy (gotûbêj) 16:56, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Avestaboy ku tu dikarî li du sê gotarên ku wî nivîsiye binêre. Niha kesek nû bû ya dibe ku kêmasî yan xeletiyên wî hebe. Dibe ji salek zêdetir e hêj jî bi xeletiyên mezin gotaran dinivîse. Min tu tiştekî xirab jêre ne gotiye. Dibe ku hinek bêhna mirov teng dibe divê bi xwe bifikirê ka gelo kêmasiyên min çi ye çima ev kes ji karên min dilxweş nine. Na wisa nafikirê û heman xeletiyên xwe dewam dike. Ku mirov tiştekî got ser da mirov sûcdar dike. Kêmasiyên wî heye, bila ji min ji te yan jî ji bikarhênerek çalak alîkarî bixwaze. Di despêkê de kêmasiyên min jî hebû min di wî demê de gotinên hemî kesên li vir pişguh nekir çimkî min dizanibû ku ev kes bi salan in li vir xebat kirine û ji min baştir dizanin. Û di demên destpêkê de ji hemî kesên ku ji min re bûne alîkar yek bi yek spas dikim, jiber ku bi alîkariya wan ez hatim vê astê. Divê yekî du yekan ji mirov tiştekî got divê mirov li ser bifikirê ka sedem çiye gelo. Mixabin KelêûXelfetî nafikire û jiber vê yekê di nava ewqas zeman de qet xwe pêşnexistiye. Bila karê xwe serrast bike ez soz didim jibo ku jêre bibim alîkar lê divê pêşî xwe hinek kurdî ya xwe pêş bixe. Penaber49 (gotûbêj) 17:23, 17 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav @Penaber49 û @KelêÛxelfetî. Di gotarê de hatiye nivîsandin: Alişan stranên xwe bi tirkî dibêje. Alîşan ema bi kurdî jî distre . Stranên wek Nazê , Ey Dilberê , Yar Meleke , Yarê hwd. bi kurdî ne . Ji kerema xwe gotarê sererast û berfireh bikin .
https://youtube.com/watch?v=sA8NNt5ENcQ&feature=share8
Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:15, 18 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav @Avestaboy, ji ber vê yekê min heta niha jê re digot Kurd e, lê piştre weke ku di rûpela niha de ye, hat pêvajokirin. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 17:54, 18 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

„Zaza/Kurd“ biguhêre

Silav hevalên @MikaelF û @Avestaboy, ez xwe dispêrim gelek lêkolînan ku zazakîaxêv jî kurdên etnîkî ne. Ma êdî pêwîst e “Zaza” lê zêde bikin? Ji ber ku em bi kesayetên din ên kurd re jî ne "Kurmanc Kurd" û ne jî "Soran Kurd" dinivîsin, lê hûn li ser vê yekê çi difikirin? Spas. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:13, 18 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @KelêÛxelfetî . Berê zazakî wek zaravayekî kurdî dihat hesibandin. Îro ew pirranî wek zimanekî cuda tê sinifandin. Îro hinek zaza xwe wek gelekî cuda dibînin û hinek jî xwe wek kurd dibînin. Alişan xwe wek kurd dibîne. Yanî ew lewma kurd e. Lê ji ber ku cudahiyên Kurmancî û Zazakî pir in, gelek caran tê zêdekirin ku ew zaza jî ye. Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 17:38, 19 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Alişan".