Gladio (ji bêjeya îtalî gladius, ango şûr) an jî Stay-Behind-Organisation navê saziya sîxûriya NATO, CIA û MI6'ê ye bû ji bo birêvebirina pêdiviyên Şerê sar hatibû damezrandin. Di sala 1952'î de bingeha wê tê avêtin û sala 1956'î de gihîşt radeya navneteweyî.

Zanînên giştî biguhêre

Derbarê Gladio de gelek dokûment, gotin, şîrove û angaşt hene lê agahiyên baştir dîsa ev hêzên ku Gladio avakirine bi xwe dizanin. Lewra gorî gelekan herçendî Şerê sar bidawîbûye, li hin welatan şaxên Gladioyê derketibin holê û bi fermî hatibin darizandin jî, Gladio hêj dijî.

Cara pêşîn di sala 1990'î de bi eşkereyî behsa hebûna Gladio hate kirin. Hat gotin şaxên girîng ên saziyê li rojavayê Ewropa, Yewnanistan û Tirkiyeyê bûne. Bi yekîtiyeke stratejîk hemî şaxên Gladio tevlî çalakiyên leşkerî, êşkence, tevkujî, kuştina sîvîlan hwd bûne. Bi şikestina bloka realsosyalîst, Gladio bi fermî bêî hedef ma. Şaxên wê yên nehatine eşkerekirin xwe li dijî mixalifên welatên xwe birêxistin kirin û niha jî dijîn. Wekî mînak Tirkiye. Bêencam hîştina bi hezaran çalakiyan (kuştina John F. Kennedy, Olof Palme, Aldo Moro hwd) şikên jiyînê zêdetir dikin. Li Tirkiyeyê şaxên Gladioyê niha xwe li dijî Kurdan û bo berjewendiyên Tirkiyeyê birêxistin kirine. Hin kes MHP, Ergenekon, İşçi Partisi (Partiya karkeran a Tirkiyeyê) hwd hêzên rastgir û kemalîst, wekî şaxên Gladioyê yên mane binavdikin.

Agahiyên bi dokûment biguhêre

Cara pêşîn du ji wan jin 622 kadroyên birêvebir hatine perwerdekirin. Van kadroyan li welatên xwe 15.000 kadro perwerde kirine. Navê şaxa Yewnanistanê B-8, a Beljîka SDRA-8, a Spanya GAL, a Awstriyayê Schwert e. Îtalyayê şaxa xwe paqij kir û derxist holê. Dîsa Almanya û Awistiryayê jî yên xwe bêhêz xistin û betal kirin. Îtalyayê di lêpirsînan de pêderxist ku bi hezaran çalakiyên terorîstî Gladioyê bi xwe kiriye. Tenê carekê bombe avêtine ser sîvîlên li stasyona trênê ya Bologna û 85 kes kujtine.

Parlamena Ewropayê jî li ser Gladio û rêxistinên wiha lêpîrsîneke berfireh da vekirin û wextekê hebûna wan bi fermî pejirand.

Gladio li Tirkiye, Îran û cîhana Ereban biguhêre

Li welatên Ereban sazûmaniyên dostên NATOyê li ser text bûn û di dema Şerê sar de li van welatan hewceyî bi Gladio nebû. Heya têkçûna rejîma Şahî, li Îranê jî şaxên Gladio hebûye. Di şoreşa Îslamî ya Îranê de li balyozxaneyên DYAyê gelek dokûment hatine bidestxistin. Lê Îran bi ser vana re naçe û wan li dijî Kurdan û mixalifên xwe ji nû ve birêxistin dike.

Li Tirkiyeyê tê pejirandin ku şaxên Gladio xwe di nava Gurên Boz , MHP, MİT, İşçi Partisi, hin hêzên zêde radîkal ên çepgir de veşartine û pirranî Kurd û komûnîst, bi deh hezaran mirov kujtine.

Hin navên li Tirkiyeyê di bin şika Gladio de derbasdibin:

Çavkanî biguhêre