Gurên Boz

koma nijadperestên tirk

Gurên Gewr an jî Gurên Boz (bi tirkî: Bozkurtlar), komeke nijadperest e ku ji aliyê Parlamena Ewropayê û Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî ve daxwaza îlankirin û lêkolîna rêxistina terorîstî hatiye kirin[1][2] û li Qezexistanê jî wekê rêxistineke terorîstî hatiye îlankirin.[3] Ev kom hinek caran wekî Gurên Gewr tê binav kirin ku bi gelemperî wekê ultra-nîjadperest yan jî neo-faşîst têne binav kirin. Endamên vê komê bi taybetî aligîr û endamên partiya radîkal a MHPê ye. Ev kom bi taybetî li dijî kurdan, ermeniyan û di salên dawî de li dijî ereban dijmintayî dikin ku gelek car êrîşên gelên cûda kirine. Ev kom ji aliyê siyasetmedar a nijadperest Alparslan Türkeş ve hatiye damezrandin.

Gurên Boz
Ülkü Ocakları Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Ülkü Ocakları Eğitim ve Kültür Vakfı Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala serê gur ji aliyê gurên gewr û komên din ên panturkîst ve tê bikaranîn.
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nerîna siyasîRastgiriya tund Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîUltranationalism, Tirkperestî, neo-fascism, Tûranperestî, antîkomûnîzm, Anti-Shi'ism, anti-Chinese sentiment, dijî kurdbûn û Antîsemîtîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperulkuocaklari.org.tr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Endamên vê bizavayê xwe wekî Ülkücüler - Mengîweran/Îdealîstan bi nav dikin.[çavkanî hewce ye] Rêxistina vê tevgerê ya ciwanan Ülkücü Gençlik ("ciwanên îdealîst") e.

Bingeha Gurên Gewr

biguhêre

Gorî efsaneya Romayiyan bi navê Romulus, Paulus du şervanan bingeha Romayê avêtine û romayî ji wan herdu zilaman in. Van herdu zilam sêwî mane, bê dê û bav jiyane. Guran ew xwedîkirine. Şîrê dêleguran xwarine, wisa li jiyanê mane.

Efsaneyeke Çeçenan gurê dişibîne gelê Çeçen. Li ser ala Çeçenistanê ya neteweyî jî gur heye. Heger gur rûniştî be, gelê çeçen di aramî û aşitiyê de ye. Heger gur li ser piyan be û bizûre roja şer e, divê gelê çeçen cîhanê bihecînin. Hin îdia hene ku Alparslan Türkeş ev sîmbola gurê ji çeçenan girtiye, lewra malbata wî de bingeheke qefqazî heye. Ango dibêjin Türkeş di malbatê ev efsane bihîstiye, dema MHPê dadimezirîne jî vê sîmbolê werdigire.

Kök böri

biguhêre

MHPyî bi xwe van îdîayan napejirînin, bingeha gurên boz li Asyaya Navîn di zimanên altayî de digerin. Dibêjin di zimanê altayî de Kök Böri heye, di wateya "gurên şînboz an esmanî" de ye. Di dîroka tirkên Asyayî de cihê gur heye lê ya îro tê bikaranîn ji aliyê Türkeş ve hatiye vedîtin.

Bîrdozî

biguhêre

Armanca vê bizavê yekîtiya gelên tirk, avakirina dewleta yekgirtî ye. Ji deryaya Adriyatîk, Balkan heya Çînê welatê tirkan bi nav dikin ku ev herwiha bi navê pantirkîzm tê zanîn. Divê tirkên Anatolyayê pêşengiyê bikin, Tirkiye piştgiriyê bide tirkên navenda Asyayê.

Gurên boz wekî dijmin û dijberên cihû, xiristiyan, PKK, kurd, ereb, ermenî, yewnan, komûnîzm, siyonîzm, Vatîkanê dibînin.

Li Tirkiye, Azerbaycan, Iraq, Kîpros, Bulgaristan, Bosna û Herzegovîna û welatên rojavayê Ewropayê komele, weqf, rojname, kovarên wan hene.

Silava Gurên Gewr

biguhêre
 
Nîşana Gurên Boz, lê ev nîşana destan gelek wateyên din jî hene.

Destên xwe yên rastê didin jor û bêçiya gustîlê û ya navîn didin ser a serî. Ango bi destên xwe serê gurê çêdikin. Ev silava han giregirê MHPê Necdet Sevinç derxistiye.

Yekîneyên çekdarî û paramîlîtar

biguhêre

Bi texmînî heya niha zêdetirî 100.000 salar (komando) perwerde kirine. Ev yekîne ji sala 1968ê ve li dijî kurd, elewî û çepgiran hatine bikaranîn. Bi îdiaya Faruk Şen[4], komandoyên Gurên Boz kujeriyên profesyonel kirine, siyasetmedar, ronakbîr kuştine.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Avrupa Parlamentosu'nun Türkiye raporu: Ülkücü hareket terör örgütleri listesine eklensin". Independent Türkçe (bi tirkî). 19 gulan 2021. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2024.
  2. ^ "ABD'de Ülkü Ocakları'nın "terör örgütü" olup olmadığı araştırılacak". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2024.
  3. ^ Duvar, Gazete (10 çiriya pêşîn 2021). "Kazakistan'da 'Bozkurtlar' neden terör örgütü sayılıyor?". Duvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2024.
  4. ^ Şen, Faruk (1986). Türkei. Land und Leute. Munîh, r. 110.
  • Emre Arslan: Der Mythos der Nation im transnationalen Raum. Türkische Graue Wölfe in Deutschland - Di herêma neteweyên tevlîhev de efsane. Gurên Boz ên tirk li Almanyayê. Wiesbaden 2009, ISBN 3-531168-66-5.
  • Fikret Aslan, Kemal Bozay: Graue Wölfe heulen wieder. Türkische Faschisten und ihre Vernetzung in der BRD - Gurên boz dîsa dizûrin. Faşîstên tirk û rêxistinên/hêlînên wan li Almanyayê. Münster 2000, ISBN 3-897710-04-8.
  • Barbara Hoffmann, Michael Opperskalski, Erden Solmaz: Graue Wölfe. Koranschulen. Idealistenvereine. Türkische Faschisten in der Bundesrepublik.. Köln 1981, ISBN 3-760906-48-6.
  • Jean-Christophe Grangé: Das Imperium der Wölfe. Bergisch Gladbach 2005, ISBN 3-404-15411-8.

Girêdanên derve

biguhêre