Özge Ece Üner, (jdb. 21ê hezîrana 1981ê li Stenbol) nûçegihan, pêşkêşvan û rojnamevana tirk e ku bi rexnegiriya xwe tê naskirin. Di 25ê hezîrana sala 2021an de wekî pêşkêşvana nûçeya sereke ya Show TVyê dest bi karê pêşkêşvaniya nûçeyan kir û 7 sal di heman qenalê de xebitî. Piştre di qenalên wekî Kanala D û TV100ê de wekê pêşkêşvana nûçeyan dest bi kar kiriye.[1]

Ece Üner
Jidayikbûn21ê hezîrana 1981ê (42 salî)
EsilTirk
PerwerdeZanîngeha Koçê, Zanîngeha Parîsê
PîşeRojnemavan
Salên çalak2000 – niha
HevjînDeniz Bayramoğlu (zw. 2013)
Zarok1
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Ece Üner, di sala 1981ê de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û keça Dinç Üner û Ayşe Meral Üner e ku demekê wekî rêvebera giştî ya CNN Türkê xebitiye. Piştî xilaskirina Lîseya Taybet a Koç, di sala 2003an de beşa Civaknasî û Dîrokê ya Zanîngeha Koçê qedand. Li Zanîngeha Parîsê beşa zimanê fransî xwend û li Brukselê li ser mijaran Yekîtiya Ewropayê perwerde wergirtiye. Dibistana Diyalog, Ragihandin û Pêşkeşvaniyê wek yekem a dewreyê qedandiye.[2] Gotar û tezên wî li ser Aboriya Medya, Medya Cîhanî, Dîroka Medya û Pêwendiya Gerdûnî hene.

Kariyera wê biguhêre

Üner di sala 1999an de hem wekî akademîsyen û hem jî wek stajyer li Zanîngeha Koçê ya Beşa Civaknasiyê dest bi kariyera xwe kir. Di şerê Iraqê yê sala 2003an de jibo navenda nûçeyan a NTVyê wekî wergêr û nûçegihaniyê kar kiriye. Ji sala 2002an heta çileya sala 2006an wekê nûçegihaniyê NTVyê li ser dîplomasî û aborî xebitiye. Bi gelek rayedarên payebilindên dewletan ku di nav wan de serokên meclisên Îran û Îsraîlê, wezîrê navxwe yê Îranê, serokomarê Çekyayê, şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Richard Perle, şêwirmendê pilebilind ê Bill Clinton Richard Holbrooke, balyozê Amerîkayê ya Tirkiyê û bi wezîrên dewletên Brîtanya, Rûsya, Fransa û Almanyayê re hevpeyvînên taybet kiriye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Ece Üner ekranlara veda etti - Tele1". web.archive.org. 26 hezîran 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 hezîran 2021. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "FLAŞ...GENEL MÜDÜR DİNÇ ÜNER'İN KIZI ECE ÜNER, CNNTÜRK'ÜN HABER SPİKERİ OLDU!." web.archive.org (bi tirkî). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2021. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)