Altan Tan

Nivîskar û siyasetmedarê kurd

Altan Tan (z. 1958 Êlih, Bakurê Kurdistanê), ramyar û nivîskarê kurd e ku pirtûkên xwe bi zimanê tirkî dinivîse.

Altan Tan
Jidayikbûn11 îlon 1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeNivîskar û siyasetmedar
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (Diyarbakır, 2015–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Perwerdehiya wî biguhêre

Altan Tan ê bi eslê xwe ango ji alî bapîrê ji bajarê Midyadê ye, dû re ji Êlihê re koçberî kirin. Perwerdahiya xwe ya yekem û navîn li Amedê qedand. Di sala 1976an de ji Koleja Maarîf a Amedê, di sala 1981ê de jî ji Zanîngeha Avayî ya Akademiya Endezyariya Dewletê ya Enqereyê perwende bû. Gelek hevpeyvîn û nivîsên Tanî serî da li kovarên û rojnameyên bi nav Girişim, Yeni Zemin, Sözleşme, Zaman, Yeni Şafak, Demokrasi û Tarafê û di kovar û rojnameyên din da hatîye weşandin. Niha jî li rojnameya Özgün Duruşê de nivîskarî dike. Ser mijarê pirsgirêka Kurd de xwedî dahûrîn û agahiyên girîng e.

Rewşa Bavê wî biguhêre

Bavê wî Bedî Tan li Girtîgeha Amedê di encama cizaretê de hat kuştin. Di encama hewldanên Tan, kuştina bavê wî ya encama cizaretê hat selmandin û dizdarê heyamê bi bernavk "Gestapo" bi 7 sal siza yê hat girtî kirin.

Nivîskaritî, jiyane ramyarî û partiya wî (HADEP, RP û BDP) biguhêre

Tan, di navbera salên 1984-1985an de alîkarî şaredarî Keçiören Melih Gökçekê ku ji Partiya Anavatanê kir, lê belê pişt re, heft û çarik meh şunda dew ji wî karê berda. Di sala 1987an de beşdarê Partiya Refahê bû, di partiyê da erkê dagerî rojhelate başur hilda.Lê belê di demên xwe yên partî de piranî helwestek dijber nîşan da. Piştrê hevalbendî RP û MHP yê di hilbijartinên giştî ya 1991ê de ji wî partiyê jî qetiya. Piştrê bi Ali Bulaç, Yalçın Akdoğan û Mehmet Metinerê re kovarên bi nav Sözleşme û Yeni Zemin derxist. Di tevgera Aydin Menderesê de erka Alîkarîya Seroke Giştî hilda. Di navbera salên 2000-2002an jî di HADEPê de endama dîwana partî kir û xebatan meşand.

Gelek hevpeyvîn û nivîsên Tanî serî da li kovarên û rojnameyên bi nav Girişim, Yeni Zemin, Sözleşme, Zaman, Yeni Şafak, Demokrasi û Tarafê û di kovar û rojnameyên din da hatîye weşandin. Niha jî li rojnameya Özgün Duruşê de nivîskarî dike. Ser mijarê pirsgirêka kurd de xwedî dahûrîn û agahiyên girîng e.

Herwiha, endama timîdom ya Komcivîne Civakê Demokratîk (KCD) e û di wî warê de erkekî girîng dilîze. Di heyaman dawîn de piranî bi weşankirina nivîsên wî yên ser pirsgirêka Kurd di rojname û kovaran de tê pêşberî me. Herî dawî, ji bo hilbijartinên 2011ê ya giştî ji bo namzetê di BDPê da, serlêda.

Tan, zewicî û bavê şeş zarokên e. Tan, zimanên kurdî, îngîlîzî, erebî û tirkî dizane.[1]

Pirtûkên wî yên hatiye weşankirin biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 17 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 nîsan 2011.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)