Ali Bulaç, (jdb. 1951, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) cîvaknas, rojnamevan, nivîskar û teologekî mehelmî ye.

Dibistana seretayî û amadeyî li Mêrdînê bidawî dike. Sala 1975î ji İstanbul Yüksek İslâm Enstitüsü (înstîtuta bilind a îslamê ya Stembolê), 1980yê jî beşa civaknasiyê ya zanîngeha Stembolê bidawî dike.

Di kovara bi navê Hareket (tevger) (1976), Düşünce (raman)ê de demekê dinivîsîne. Sala 1984ê weşanxaneya bi navê İnsan Yayınları dadimezirîne. Di nava salên 1985-1992yê de kovara Kitap Dergisi dertîne. Di heman demê kovara werzane Bilgi ve Hikmet jî bi keda wî derdikeve.

Yek ji damezîrênerên rojnameya Zamanê ye. Hin caran navber dabe jî, niha dîsa di Zamanê de dinivîsîne.

Sala 1988ê bi berhema xwe ya İnsanın Özgürlük Arayışı - Lêgerîna azadiyê ya mirov, xelata Yekîtiya nivîskarên Tirkiyeyê wergirtiye. Di rojnameya Today's Zaman û Özgün Duruşê de quncika wî heye, di kanalên TVê Mehtap TV û Hilal TVê de bernameyên hefteyê amade dike.

Xwedî nêrînên îslamî ye. Bala xwe daye çareserkirina nakokiyên civakên îslamî, pirsgirêkên cîhana nûjen jî. Piştî serhildana ku bi ser neket, ew li 27.07.2016 tevî gelek rojnamevanên din jî hat girtin.[1]

Berhemên wî biguhêre

  • İslam Dünyasında Toplumsal Değişme - Guherînên civakî di cîhana Îslamê de
  • Bir Aydın Sapması - Averêbûneke ronakbîrî
  • İnsanın Özgürlük Arayışı - Lêgerîna azadiyê ya mirov
  • Din ve Modernizm - Ol û nûjenî
  • İslam ve Fanatizm - Îslam û fanatîzm
  • Modern Ulus Devlet - Netewedewleta nûjen
  • İrtica ve Sivilleşme. Îrtîca û sîvîlbûn
  • Kutsala, Tarihe ve Hayata Dönüş - Vegera pîrozwer, dîrok û jiyanê
  • Avrupa Birliği ve Türkiye - Yekîtiya Ewropayê û Tirkiye
  • Tarih, Toplum ve Gelenek - Dîrok, civak û kevneşopî
  • Din-Felsefe Vahiy-Akıl İlişkisi (2006) / Têkiliya ol-fîlozofî wehî-hiş
  • Kur'an Meali - Meala Quranê
  • Çağdaş Kavramlar ve Düzenler - Têgînên nûjen û sazûmaniyan
  • İslamcılık - Îslamperwerî
  • Kutlu Ağaç - Dara pîroz
  • Bilgi Neyi Bilmektir? Zanîn çi zanîn e?
  • İslam ve Fundamentalizm - Îslam û fundamentalîzm
  • Ortadoğu'dan İslâm Dünyasına - Ji rojhilata navîn berî bi cîhana Îslamê
  • Nuh'un Gemisine Binmek - Le keştiya Nuh siwarbûn
  • İslâm Dünyasında Düşünce Sorunları - Pirsgirêkên ramanê di cîhana Îslamê de
  • İslâm ve Demokrasi - Îslam û demokrasî
  • İslâm Düşüncesinde Din-Felsefe / Di cîhana Îslamê de ol-fîlozofî
  • Din, Devlet ve Demokrasi - Ol, dûgel û demokrasî
  • Din, Kent ve Cemaat - Ziman, bajar û civak
  • Modernizm, İrtica ve Sivilleşme - Nûjenî, îrtîca û sîvîlbûn
  • Göçün ve Kentin Siyaseti MNP'den SP'ye Milli Görüş Partileri - Polîtîkaya koçberî û bajar ji MNPê heya SPê partiyên Milli Görüş (Nêrîna Neteweyî)
  • Orta Doğu Gerçeği - Rastiya rojhilata navîn

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Journalism in Jail". Ji orîjînalê di 13 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 tîrmeh 2016.

Girêdanên derve biguhêre