Xecewenî an Xecewendî an jî Xwecewendî zaravayeke lekî ye. Ev zaravaya ji aliyê êla Xecewend a li Mazenderanê têye axavtin.[1]

Xecewenî
Kurdî
Welatên lê tê axaftin  Îran
Herêm Mazenderan
Kurdên Dilêman
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Zaravayê Xeceweniyan di sedsalên boyirî de gelekî di bin bandora mazenderanî de maye û hinek rengên xwe yên binyadî wendakiriye. Belê dîsa jî bi çend mînakan eşkereye ku ev zaravayek kurdiya lekî ye.

  • pêşbendika nîşana dema niha wek di lekî de mi- an me- ye.
    • Xecewenî: meçû
    • Lekî: meşî
    • Kurmancî: diçe
    • Xecewenî: mirem
    • Lekî: mirom
    • Kurmancî: dirim
Xecewenî Lekî Gerrûsî Kurmancî
manx mang meng, mang meh
vaçan weşan weşan weşan(-din)
va wa wa ba
valk pel wayl pel
kuçik kuçik kuçik kuçik, (kevik)
dîan dian didan diran
sef sef sîf sev
guç guş goçke goh
poz poz lût poz
çem çeml çew çav
pau bawik bawik bav
dau dalig, dê dalek dayik
dett döt duet keç
kurr kurr kurr kur
xiar xuye xuyşk xuşk
ayl ayil minal zarok

Çavkanî biguhêre