Wanî (devok)

(Ji Wanî hat beralîkirin)

Wanî an Wehnî (bi tirkî: Vanli yada Vanice) devokekî ji zaravayê Kurmancî ye ku bi piranî kesên ji eşîrê brûkan teyê axivtin. Ev eşîr bi kokê xwe ji herêma Wanê ye.

Wanî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
Herêm Dîlok, Riha
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Awayên kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Agahiyên gelemperî

biguhêre

Gorî kal û pîrên axivtvanên wanî, demeke malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata brûkan veqetîye û hatiyê gunde Wanê, nezîka Xelfetî, li dîyarî çemê Firatê.[1] Navê gund ji Wanî hatiye girtin. Malbata Welqutik û malbatek beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin.

Ji koka mala Welqutik Terpûş tê. Zarên Terpûş derbasa aliyê parêzgeha Dilokê dibin û li wir cih digrin. Bi gelemperî diherin gundên Şêxdawid, Sirgûc, Pagir heya Lordînê. Li wir devokekî kurdî çêdibe ku jê re dibêjin Wanî. Ev devoka ji devokê kurdên Dilokê hindik cûda ye. Lê kurdên Kelê ji kurdên bi devokî diaxivin re dibêjin Wanî. Gundên Waniyan Sirgûc, Qotel, Dîng, Lordîn, Şêxdawid û Kemberlî ye.[2]

Devokê Waniyan

biguhêre

Di navber devoka waniyan û devokên din yên Dilokê hindik cûdatî heye. Gelek kurdên Dîlokê bi devokê Mereşê û Semsûrê diaxivin.

Çend cûdatiyên girîng, mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.

Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.

Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.

Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?

Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.

Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Burukan aşireti". www.semskiasireti.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 sibat 2023.
  2. ^ "Kurdên cîhana dêrîn: Hattî- hîtît 10 | Xwebun" (bi tirkî). 22 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 1 sibat 2023.[girêdan daimî miriye]