Wîkîpediya:Nûçe/22-02-2012
< 17-02-2012 | 05-03-2012 > |
---|
- 22'ê reşemiyê - Li Kerboranê hestiyên zarokên winda: Li gorî agahiyan piştî kolandina du cihên li gundê Tîriwa qoq û parçeyên hestiya hatine dîtin. Herwiha parçeyên cilan ku di cihê kolandî de hatine dîtin, ji aliyê birayên qurbanê bûyerê Seyhan Doğan ve hatine teşhîskirin ku ew cilên wî ne. Li gundê Tîriwa li gorî cihên ku şahidên bûyêrê nîşandane, kolandin didome.
- 22'ê reşemiyê - Sepana alfabeya kurdî: Li Swêdê bi hevkariya şaredariyên Vasteras û Amedê, sepana fêrkirina alfabeya kurdî ya ji bo zarokan hate sazkirin. Bername weke ABC kurdî hatiye binavkirin. Ev sepan li ser IPhone û IPadan dixebite û bikarhêner dikarin vê sepanê belaş daxin.
- 22'ê reşemiyê - 10 sal ceza ji bo stranên bi kurdî: Stranbêjê kurd Hemê Hecî ku di Newroza 2010'an de li Qersê stranên kurdî gotibûn, bi deh salên girtîgehê hate cezakirin.
- 22'ê reşemiyê - Konferansa Kurdistanî wê pêk were: Li gorî agahiyan, piştî ku hevserokên KCD û BDP'ê ji aliyê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ve hatibûn vexwendinî bibîranîna avakirina Komara Mehabadê, hate ragihandin ku konferansa Kurdistanî wê herî dereng di meha pûşperê de pêk were.