Wîkîpediya:Nûçe/05-03-2012
< 22-02-2012 | paşê ? > |
---|
- 5'ê adarê - Kanaleke nû ya bi kurdî: Li gorî agahiyan sibe kanaleke bi navê Nûçe TV wê ji Danîmarkayê dest bi weşana kurdî bike. Ev kanala nû wê bi kurmancî, soranî, goranî, dimilî, îngilîzî û tirkî weşana xwe bike. Hêjayî gotinê ye kanala tenê ji bo nûçeyan di jiyana zimanê kurdî de gaveke nû ye.
- 5'ê adarê - Konferansa ziman a neteweyî: Li bakurê Kurdistanê bi tevlîbûna nêzîkê 200 zimanzanên kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê, konferansa zimanê kurdî hate lidarxistin. Piştî sê rojên danûstandinên konferansê, biryarên weke alfabeyeke yekgirtî û standartkirina her zaravayî hatin girtin.
- 5'ê adarê - Li Rûsyayê hilbijartinên serokatiyê: Duh li Rûsyayê ji bo peywira şeş sala ya serokdewletê nû, hilbijartin pêk hatin. Li gorî encaman Vladîmîr Putîn bi rêjeyeke nêzîkê %60'î deng bi dest xistin û ji bo cara sêyem berê xwe da qesra Kremlînê.