Kremlîn
Kremlîn (bi rûsî: Кремль, Kreml ya ku tê wateya "kelh", "birc", "qesr") li Rûsyayê ji bo navenda bajarên kevin, yên di nava kelhê de ne tê gotin. Kremlîna herî navdar jî ya Moskowê ye.
Kremlîn
| |
---|---|
55°45′06″Bk 37°37′04″Rh / 55.751667°Bk 37.617778°Rh | |
Dewlet | Rûsya |
Li beşa îdarî |
|
Dema avabûnê | |
Pêk tê ji | |
Rûerd | |
Malper | kreml |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kesra Kremlîn ya Moskowê, berî şoreşê cihê Çarên Rûsyayê bû. Bilindayiya wî ji çemê Moskowê 40 m ye li ser 28 hektaran hatiye avakirin, bircên ku qesrê dorpêç dikin 2 km ye û bilindahiya wan 20 m ye. Bi slavî krem tê wateya qesra ji kevirên xîç hatî avakirin .[çavkanî hewce ye] Avayiya herî kevin ya Kremlîna Moskowê Dêra Spas na Boru ye.
Dîrok
biguhêreDi sedsala 15an de avahiyek bi tarzê mîmariya îtalyan qesreke nû hate avakirin. Di sala 1487an de qesra Beklemîşhev, di 1490î de qesra Borovîtskaya, deriyên Ezîz Nîkola û Ezîz Flor jî lê hatin zêdekirin. Di dema Îvanê seyem de çend katedralên din jî lê hatin zêdekirin. Avahiyên dînî bi awayê bîzansî hatine avakirin û yên din jî di bin bandora mîmariya îtalî de mane.
Piştî 1527an guhartinên herî girîng, ji aliyê endezyarên alman, îngilîz û holendî ve hatine kirin. Çana herî mezin ya dinyayê Çana Çar Kolokol ku giraniya wê 218 ton e li Kremlîna Moskowê ye. Îro Kremlîn semboleke Rûsyayê ye.
Wêne
biguhêre-
Kremlîna Moskowê ji esmên
-
Kremlîna Moskowê
-
Dîmenek ji Kremlînê