17'ê reşemiyê - Kurd li hestiyên zarokên xwe digerin: Di sala 1995'an de 7 ciwanên ji Kerboranê, ku hê zarok bûn (Hikmet Kaya 24 salî, Abdurrahman Coşkun 21, Abdullah Olcay 20, Mehmet Emin Aslan 19, Nedim Akyön 16, Seyhan Doğan 14, Davut Altınkaynak 13 ), ji aliyê leşkerên tirk ve tên birin. Piştre ti agahî ji wan zarokan nehatiye standin. Piştî 17 salan cerdevanek û pîreka leşkerê tevlî bûyerê bûyî, daye zanîn ku, termên wan ciwanan li gundê Tîriwa hatine veşartin. Bi vê agahiyê re malbatên ciwanan îro li gundê Tîriwa cihê hatî nîşandan dikolin. Herwiha bi wan ciwanan re Süleyman Seyhanê 57 salî hatiye birin, lê di 3'ê adara 1996'an de ew serjêkirî û şewitî di çalekê de hatiye dîtin.
17'ê reşemiyê - Li Efrînê ala Kurdistanê: Li gorî agahiyan li Efrînê piştî kuştina ciwanê kurd, Ferûq Îsa nerazîbûna kurdan xurttir bû û kurdan dest danî ser baregehên Baasê. Ji dezgehên rejîmê alên Sûrî hatine daxistin û Ala Kurdistanê hatiye daleqandin.