Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/30ê tîrmehê
(Ji Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/30'ê tîrmehê hat beralîkirin)
Bûyer
- 1629 – Li herêma Napolî ya Îtalyayê erdhejek çêbû: 10.000 kes di vê erdhejê de mirin.
- 1688 – Dorpêçkirina Belgradê: Bajarê Belgradê ku di hakimiyeta Osmaniyan de bû, ji aliyê qewetên ku bi serokatiya Împeratoriya Romê ya Pîroz kom bûbûn ve hate dorpêçkirin û di 8ê îlonê de jî bajarê bi dest xistin.
- 1943 – Bûyêra 33 gule: Bi fermana Mustafa Muglali li Qerqelîyê (Wan) 33 gundî hatin kuştin.
- 1966 – Balafirên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê herêma di navbera Viyetnama Bakur û Viyetnama Başûr de yê ku ji eskerên hatiye paqijkirin bombebaran kirin.
- 1971 – Balafirek rêwiyan ya japonan û balafirek herbê yê japonan li ser bajarê Morioko yê Japonyayê li hev ketin: 162 kes mirin.
- 1980 – Vanûatûyê serxwebûna xwe bi dest xist. Vanûatû 1 750 km li rojhilatê Awistralyayê ye, ji giravan pêk tê.
- 1983 – Hêzên rejîma Iraqê ji eşîra Barzanî 8 hezar kes girtin û êdî ti agahî nehat bidestxistin.
- 1995 – Çend peymanên ku dawî li şerê di navbera Rûsya û Çeçenistanê de anî, li Grosniyê hate îmzekirin.
- 2002 – Di navbera Kongo û Rwandayê de ji bo ku Afrikaya Navendî were aramî kirin û şerê ku ji mirina bi milyonan însanan re bû sedem were dawîkirin peymanek aştiyê hate îmzekirin.
Jidayikbûn
- 1818 – Emily Brontë, nivîskar û helbestvana îngilîz
- 1863 – Henry Ford, endezyar û karsazê amerîkî, hilberînerê otomobîlan Fordan
- 1947 – Arnold Schwarzenegger, lîstikvan, werzîşkar, ramyar û siyasetmedarê amerîkî-awistriyayî
Mirin
- 1898 – Otto von Bismarck, siyassetmedarê alman, Serokwezîra Almanyayê ya 1em
- 2006 – Duygu Asena, ronamevan û nivîskara tirk
- 2006 – Murray Bookchin, nivîskar û filozofê amerîkî
- 2007 – Ingmar Bergman, derhêner, hilberîner û senaryonivîserê swêdî