Open main menu
Ingmar Bergman (1957)

Ernst Ingmar Bergman [ˈbærjman] (1918-2007) derhênerê herî navdar ê Swêdê ye.

Bergman di sala 1918'an de li Uppsalayê hatibû cîhanê û di sala 1944'an de dest bi derhêneriyê kiribû. Bergman derhêneriya 40 filmî û ewqas jî şanoyî kir. Bergman bi filmên xwe yên bi navê "Bêdengî" û "Fanny û Alexander" nav da û bi filma Fanny û Alexander di sala 1982'an de Xelata Oscarê wergirt. Bergman di Festîvala fîlman a Cannes'ê ya 50. (1997) de jî wek derhênerê herî mezin ê hemû deman hat hilbijartin.

Bergman 10 salên xwe yên dawî li girava Faroyê (Fårö) derbas kir û li wê di sala 2003'an de filma xwe ya dawî "Sarabande" çêkir. Ingmar Bergman girava Faroyê di 89 saliya xwe de wefat kir.