Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/25ê kanûna paşîn
Bûyer
- 1554 – Bajarê São Pauloyê hate damezrandin.
- 1579 – Peymana Utrechtê hate îmzekirin û tixubên Holendaya roja me hatin sazkirin.
- 1881 – Thomas Edison û Alexander Graham Bell şîrketa Oriental a telefonan ava kirin.
- 1918 – Ukraynayê ji Rûsyaya Bolşevîkan serxwebûna xwe îlan kir.
- 1955 – Yekîtiya Sovyetan bi Almanyayê re şerê xwe bi dawî anî.
- 1991 – Desteya wezîran a hikumeta tirk axaftin û stranên bi kurdî serbest kir.
- 1995 – Rûsyayê ceribandina moşekê ya Norwêcê bi şaşî weke êrîşeke amerîkan fêhm kir û xwe ji bo bersivdana nukleerî amade kir.
- 1996 – Li DYAyê cara talî cezayê darvekirinê pêk hat. Sûcdarê kuştinê Billy Bailey, li dewleta Delawareyê hate darvekirin.
- 1999 – Li Kolombiyayê erdhejeke 6,0 a li gorî pîvana richter qewimî. Di encamê de herî kêm 1000 kesî jiyana xwe ji dest da.
- 2005 – Di dema ziyaretkirina bawermendan a li perestgeha Mander Devi ya Hindistanê de geremol qewimî û herî kêm 258 kesan jiyana xwe ji dest da.
Jidayîkbûn
- 1627 – Robert Boyle, kîmyagerê îrlendî
- 1982 – Noemi, stranbêjeke îtalî
Mirin
- 1975 – Charlotte Whitton, siyasetmenda kanadayî