Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/13ê kanûna pêşîn
Bûyer
- 1642 – Deryavanê holendî Abel Tasman, Zelendaya Nû vedît.
- 1942 – Li bajarê Tirkiyeyê Çorumê erdhej çêbû. Di encamê de 25 kes mirin û 589 xanî xera bûn.
- 1949 – Dewleta Îsraêlê bajarê Orşelîmê weke paytext hilbijart.
- 1974 – Li Maltayê komarî hate îlankirin.
- 1996 – Kofi Annan bû heftem sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
- 2002 – Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku di 1ê gulana 2004an de welatên Kîpros, Çekya, Estonya, Mecaristan, Letonya, Malta, Lîtvanya, Polonya, Slovakya û Slovenya wê bibin endamên yekîtiyê.
- 2003 – Dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyn li Tikrîtê di encama operasyonekê de hate girtin.
- 2005 – Li dijî parlamena Hindistanê êrîşa terorî pêk hat. Di encamê de 15 kes mirin.
Jidayîkbûn
- 1923 – Philip Warren Anderson, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1048 – Bîrûnî, fîlozof, matematîknas û fîzîknasê îranî
- 1721 – Alexander Selkirk, deryavanê skotlendî ku romana Robinson Crusoe ji jiyana wî hatiye girtin