Tîsfûn

(Ji Tisfûn hat beralîkirin)

Tîsfûn (bi farisî: تيسفون‎, lat. Tisfun, bi yewnaniya kevn: Κτησιφῶν, lat. Ktēsiphôn, bi latînî: Ctesiphon) bajerekî dîrokî li Mezopotamyayê bû û demeke nêzî 800 sal paytexta eşkaniyan û paşwerê wê sasaniyan bû. Tîsfûn li berava Dîcle û hembera Seleukeia bû. (Seleukeia di serdema helenîstîk de paytexta împeratoriya Seleukî bû.) Bajarên cîranên Tîsfûn û Seleukeia navek hevpar dikin bi erebî: المدائن‎, lat. al-Madâ'n, bi kurdî tê wateya: "Bajaran".

Tîsfûn
𐭲𐭩𐭮𐭯𐭥𐭭, Tyspwn
  • Κτησιφῶν, Ktēsiphôn
  • bi latînî: Ctesiphon
  • bi erebî: طَيْسَفُون‎‎, lat. Ṭaysafūn
  • bi farisî: تیسفون‎, lat. Tisfun
  • bajarê kevnare
  • şûnwarê arkeolojîk
  • paytext Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Ctesiphon.jpg
Ruxînên Tîsfûnê
Tîsfûn li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Tîsfûn
Tîsfûn
Koordînat: 33°5'37.00"Bk, 44°34'50.99"Rh
Dûgel  Iraq
Beşa îdarî
  • Asuristan Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Paytexta
Dema avabûnê 120s b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Rûerd
 • Giştî
  • 30 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Gelhe 500.000 (622) Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Dem UTC+3 (dema standard)
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge

Ew tê bawer kirin ku Tîsfûn navbera 570an û 637an de bajarê herî mezinî dinê bû [1]

Şûna erdnîgarîBiguherîne

Tîsfûn 20 km li başûr rojhelatê Bexdayê beravên Dîcle ye. Ew li ser 30 kilometirê çargoşe bû.

 
Şûna Tîsfûna dîrokî (nexşe bi almanî ye)

DîrokBiguherîne

Cara pêşin Tîsfûn di dema eşkaniyan de bû paytexta wan û keyên xwe bi gelemperî li wir rûdiniştin. Ji bo bajarî li rojhelat bi Împeratoriya Romê û ji pê re jî Bîzans girîng bû gelek caran hat dagirkirin. Ew di dîroka xwe de 5 caran ji aliyê Romê û apşwera xwe Bîzans hat dagirkirin û li wan 3 di sedsala 2'an de bû. Împerator Traianus ew di 116an de dagir kir. Lê saleke ji pê re di 117an de paşwerî wî Hadrianus bajar ji eşkaniyan re ber da. Di 164an de Romê bajar dema cengekê navbera eşkaniyan û Romê de şûnda dagir kirin, lê bi dawiya cengê re bajar şûnda terk kirin. Di 197an de, împrrator Septimius Seuerus bajar carekî din dagir kir û dimatiyên bajar ji bajêr derxistin û ji wan nêzi 100.000 kes wek xulam firotin.

Di sedsala 3'an de ji pê eşkaniyan hilwaşiyan ew bû paytexta sasaniyan, lê cengên ji bo bajêrê navbera îraniyan û Romê dawî nebûn. Di 295an de li dera bajêr sasaniyan, Galerius bin xistin. Lê Galerius salekî din şûnda vegeriya û bajar ji bo cara paşîn dagir kir. Lê wî bajar berambera Ermenistanê ji sasaniyan re ber da.

Împeratorê Romê Iulianus cengeke li Tîsfûnê di 363an de li der bajêr hat kuştin. Di 627an de Heraclius bajar dorpêç kir jî ji pê sasaniyan peymana bihoyên wî pejirend wî dorpêç kirin ra kir.

Tîsfûn ji aliyê ereban ve di 637an de bi pêşengiya Se'ad îbn Ebî Weqqas hat dagir kirin. Lê ji pê dema ebasiyan de di sedsala 8'an de Bexda hat ava kirin, Tîsfûn giringiya xwe bi tûnî wunda kir. Tê bawerkirin ku Îsbanir, bajarê ku di Hezar û yek şev de derbaz dibe Tîsfûn bû.

Bajar îroj bi tenê ji bo lêkolînên arkeolojîk tê bikaranîn.

Girêdanên derveBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. M. A., Geography; B. A., Geography. "What Were the Largest Cities Throughout History?". ThoughtCo (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2021.