Tiyatroya Avesta

(Ji Teatra Avesta hat beralîkirin)

Tiyatroya Avesta, TeatrAvesta, Teatreya Avesta komeke şanoyê ya kurd e ku di sala 2003'an de li Stembolê ji aliyê Aydin Orak û Cihan Şan ve hate sazkirin. Koma Avesta ji xeynî tûrneyên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê, li Swêd, Awistriya, Almanya, Swîsre, Îraq û Norwêcê jî tûrne kirine. Tiyatroya Avesta berhemên xwe bi kurdî pêşkêş dike.

Şanogeriya Avesta ji sala 2003'an ve biguhêre

Bi lîstika Tu hem İshaq’î Hem Cemîl komek ciwanî, di sala 2003’an de grubek bi navê Teatra Avesta damezirandin. Avesta grubeke serbixwe ye û projeyên xwe ê cihêreng dixwaze têxe şanoya kurdî. Lîstika bi navê Rojnivîska Dînekî ceribandina yekem a grubê ye. Grubê lîstika Nîkolay Gogol ya bi nav û deng entegreyî şanoya kurdî kir. Armanca yekem ew bû ku Rojnivîska Dînekî têxin şanoya kurd. Teatra Avesta yekemîn kome ku lîstika Gogol ya bi nav û deng Rojnivîska Dînekî wergerandiye kurdî û dilîze. Piştre lîstika Azîz Nesîn a bi navê Tu Ne Gara Yî wergerande kurdî. Di gelek mihrîcanê çand-hûner û şanoyê ên navnetewî de derkete ser dikê. Araf ku jiyana Apê Musa vedibeje û Mirina Zimanekî hîn li ser dikê ye.

Lîstik biguhêre

Girêdanên derve biguhêre