Aydin Orak şanoger, wergêr û helbestvanê kurd e.

Aydin Orak
Jidayikbûn1982 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1982'an de li Nisêbînê ku bi Mêrdînê ve girêdayî ye hatiye ser rûyê dinyayê. Dibistana serete û ya navîn li Nisêbînê diqedîne. Aniha di Zanîngeha Anatolya beşa civakî de perwerdeya xwe berdewam dike[çavkanî hewce ye]. Di sala 1997'an de dest bi karê şanoyê dike. Di sala 2000'î de tevlî şanoya Navenda Çanda Mezopotamya dibe. Di çend lîstikên cûr bi cûr de dilîze. Di rojnameyên Özgür Gündem, Azadiya Welat, Çavreş û Amigra de nivîsên li ser çand û hûnerê, bi taybetî jî nivîsên li ser şanoyê dinivîse. Çend werger kirine û pirtûkek helbestan bi navê Hestên Veşartî çapkiriye. Hîn jî di Teatra Avesta de lîstikvaniyê dike.

Xebatên şanogeriyê biguhêre

  • Prometheusê Zincîrkirî - PROMETHEUS,
  • Kar û Bêkar- TEATRA JIYANA NU,
  • Girav- ATHOLD FUGART,
  • Sala nû Hinek Zû - TEATRA JIYANA NU,
  • Rojnivîska Dînekî - GOGOL,
  • Tu Ne Gara yî - AZİZ NESİN,
  • Araf - Di Navbera Du Welatan De - CİHAN ŞAN,
  • Mirina Zimanekî - MEHMED UZUN û HAROLD PÎNTER.

Xebatên sînemayê biguhêre

Berhemên wî biguhêre

  • Hestên Veşartî - Helbest.

Werger biguhêre

  • Teneke, Yaşar Kemal, Weşanên Berçem,
  • Theodora - HAŞMET ZEYBEK.