Hestiyepeykerê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 17:15, 11 gulan 2021

Hestiyepeyker (bi înglîzî: skeleton) beşek ji peykerekoendama laşê mirov e. Peykerekoendama mirov li gel hestiyan, kikrkirk, jê, geh û bestereşane jî li xwe digire. Laşê mirovên pêgehiştî ji 206 hestiyan pêk tê.[1] Hestî ji bo masûlkeyan bingehek req dabîn dike, bi vî awayî masûlke xwe li hestiyan ve girê didin û li ser wan cih dibin. Hestî corek ji bestereşaneyê ye.[1] Endamên wekî mejî, pişik, dil û hwd ji aliyê hestiyepeykerê ve tên parastin. Herwisa xaneyên xwînê di hestî de tên berhemkirin, xwêyên wekî kalsîyum fosfor û magnezyum di nav hestiyan de tên embarkirin.[2]

Laşê mirovê pêgehiştî 206 hestî lixwe digire.
Li gor şêweyî xwe, di laşê mirov de pênc cor hestî heye.

Corê hestiyan li gor şêweyê wan

  Gotara bingehîn: Hestî

Li gor şêweyî xwe, di laşê mirov de pênc cor hestî heye; hestiyê dirêj, hestiyê kurt, hestiyê pan, hestiyê bêserûbin û hestiyê kunciyî.[3]

Hestiyên ko dirêjiya wan ji firehiyan wan zêde ye wekî hestiyên dirêj tên navkirin. Hestiyên dirêj doxek dirêj a lûleyî li xwe digirin. Ji hestiyên mil û destê, hestiyên bazû, kewere û zende, şeyên dest û tilî hestiyên dirêj in. Herwisa ji hestiyên ling û pêyê; hestiyê ran, qamîşe, telezime, şêyên pê û pêçî jî mînak in ji bo hestiyê dirêj.

Hestiyên pan vê navê ji ber rûyên xwe yên pan girtine. Hestiyên pan ji bo girêdana masûlkeyan rûyek fire dabîn dikin û şaneyên nerm ên li bin xwe diparêzin. Hestiyên kiloxê yên li tasa serî, hestiyên bêrokê, parsû, hestiyê qefesa sîngê mînak in bo hestiyên pan.

Li hestiyê kurt, firehî û dirêjiya hestî hema wekhev e. Hestiyên meçeke yê dest û hestiyên bazinê pê mînak in ji bo hestiyê kurt.

Hestiyê kunciyî (bi înglîzî: sesamoid bones) hestiyên hûrik û piçek glover in. Ji ber ko dişibin tovê kunciyê vê navê girtine. Hestiyê kunciyî di nav jêyan de cih digire. Jê ,masûlkeyan bi hestîyan ve girê didin. Li gehan pestoya li ser jêyan zêde ye, hestiyên kunciyê jêyan ji hêza pestoyê diparêze.[4] Hestiyê kulavê çokê mînak e ji bo hestiyê kunciyî. Hin caran hestiyên kunciyî wek hestiyê kurt jî tê polenkirin.

Hestiyên bêserûber Xwediyê şêweyêk diyarî nîn in bi gelemperî teşeyê wan aloz e û naşibin hestiyên din. Hestiyê birrbirreyê, hestiyên rûyê mirov mînak in ji bo hestiyên bêserûber.

Erkên hestiyepeykerê mirov

Palpiştkirin û Parastin

Hestî binkeyek req dabîn dike ji bo cihbûn û girêdana masûlkeyan. Endamên navî yên laş diparêze. Destek dide ji bo çêbûna bejnûbala mirov. Hestiyên qefesa sîngê dil û pişikan diparêze, hestiyên kiloxê demaxê dorpêç dike û diparêze, hestiyên birrbirreyê dirkepetikê diparêzê û hestiyên hewzê hêlînek awa dike ji bo endamênkoendama herisê, endamên zawûzeyê û endamên koendama mîzê.[5]

Livîn

Hestî cihê girêdanê ne ji bo masûlkeyên peykerê. Gava masûlke girj dibin û xav dibin hestî jî bi navbeynkariya gehan dilive, bi vî awayê ew beşa laş jî dilive.

Berhemanîna xaneyên xwînê

Xaneyên xwînê di nav corek bestereşaneyê ya bi navê moxê hestî de tên berhemanîn. Moxê hestî du cor in, moxê sor û moxê zer. Xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tê berhemkirin. Moxê sor li beşa hestiyê îsfence yê hestî de cih digire. Moxê sor ê hestî xaneyên bineratî li xwe digire. Xaneyên bineratî yên moxê sor hemû cor xaneyên xwînê berhem dikin.

Di laşê mirovê têgihîştî de moxê sor tenê li hin beşên tewerepeykere de heye.

Wekî mînak, hestiyê kiloxê, hestiyên birrbirreyê, parsû, hestiyê sîngê û hestiyê qorikê moxê sor ê hestî li xwe digirin. Herwisa hestiyê ran û hestiyê bazû jî moxê sor li xwe digirin.[5]

Enbarkirina mîneralan û Çavkaniya enerjiyê

%90ê ji mîneralên kalsiyum û fosfar ên laş di hestî de tên enbarkirin an jî ji hestî tê berdan.[5] Asta kalsiyuma laşê mirov ji aliyê hormonên kalsîtonîn û parathormonê ve tê rêkxistin.

Ji boy dirustkirin û bikaranîna molekula ATP (Adenozîna sê fosfatî) û molekûlên asîdên navikî (nukleyî); ARN (Asîda rîbononukleyî) û ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) pêdivî bi fosforê heye.

Gava di xwîna mirov de rêjeya kalsiyum an jî fosforê ji asata asayî nizimtir dibe, hinek ji bestereşaneyên hestî hildiweşin û mîneralan ji hesti der didin nav xwînê. Bi vî awayî rêjeya fosfor û kalsiyumê dîsa ber bi asta asayî ve bilind dibe.

Li gel enbarkirina xwêyan, di doxê hestiyên dirêj de di nav moxê zer ê hestî de, çewrî jî tê enbarkirin, Gava pêdivî pê hebe,ev çewriya li moxê zer, ji bo bi destxistina enerjiyê tê bikaranîn.

Beşên hestiyepeykerê

 
Hestiyepeykere mirov dabeşî du pişkan dibe.

Hestiyepeykere mirov dabeşî du pişkan dibe;

1. Tewerepeyker (bi înglîzî: axial skeleton)

2. Pelepeyker (bi înglîzî: appendicular skeleton)[6]

Tewerepeyker

  Gotara bingehîn: Tewerepeyker

Tewerepeyker tewereya navendi ya laş e. Tewerepeyker ji hestiyên kiloxê serî, hestîkên bihîstinê yên guhê naverast, hestiyê ziman (bi înglîzî: hyoid bone), birrbirreya piştê û qafesa sîngê pêk tê.

Kilox
  Gotara bingehîn: Kiloxê mirov

Kilox mejiyê diparêze û destek dide bo pekhateyên ser rûyê mirov.[4] Kilox ji 22 hestiyan pêk tê û hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire.[3] Di laşê mirovê pêgihîştî de 21 heb ji hestiyên kiloxe bi gehên nebizew in, tenê 1 hestiyek kiloxê, hestiyê çena jêrîn bi geha bizew e.[4]

Birrbirreya piştê
  Gotara bingehîn: Birrbirreya piştê
 
Birrbirreya pişti ji 26 hestiyan pêk tê.

Birrbirreya piştê ji stûna hestiyên birrbirreyê (movik) pek tê. Ango gellek hestiyên birbirreyê mîna stûnek li ser hev rêz dibin, em ji vî stûna hestî re dibêjin birrbirreya piştê.

Di nav kuna hestiyên birrbireyê de dirkepetik derbas dibe. Stûna hestiyên birrbirreya piştê, dirkepetikê dipêçe û diparêze.[4] Temenê dergûştiyê de, di laşê mirov de 33 heb hestiyê birrbirreyê heye, lê her ko temenê mirov zêde dibe, mirov mezin dibe, hinek hestiyên birrbirreyê bi hev re dizeliqin. Stûna birrbirreya piştê ya mirovek pêgehîştî ji 26 hestiyan pêk tê. Ji vana 24 heb birrbirre ne, yek hestiyê sêbende (bi înglîzî: sacrum) û yek jî hestiyê qilênce (bi înglîzî: coccyx ) ne. Birbireya piştê ya mirov dabeşê 3 beşan dibe; birbirreyên stû (7), birrbirreyên sîngê (12) û birrbirreyên kêlekê (5) Li stûna birrbirreyê de di navbera tenê birrbirreyan de xepleyek (disk) kirkirkî heye. Navê vê kirkirkê, xepleya navbera birrbirreyê (bi înglîzî:intervertebral disk) ye. Xepleya kirkirkî birrbirreyan bi hev re girê dide, lê nahêle hestiyên birrrbirreyan bigihîjin hev û ziyan bidin hev.

Qefesa sîngê
  Gotara bingehîn: Qefesa sîngê
 
Qefasa sîngî ji parsû û hestiyê sîngê pêk tê.

Qefesa sîngê ji 12 heb birrbirre, 12 cot parsû, kirkirkên parsûyan û hestiyê sîngê pêk tê.[3] Birrbirreyên sîngê li aliyê paşî, parsû li herdu kêlekê û hestiyê sîngê jî li aliyê pêşi ya qefesa sîngê de cih digirin. Qefesa sîngê bi eslê xwe kelênek e ko di nav wê de dil û pişik cih digirin. Karê serekî ya qefesa sîngê parastina dil, pişik, borrîhewa û soriçikê ye.[6] Qefesa sing destek dide hestiyên piştêniya sîngê. Herwisa ji bo navpençik, masûlkeyên piştê, yên sîngê, yên stû û milan bingeha girêdanê ye.

Hestiyê sîngê

Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşî ya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire.[5] Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin.

Parsû
  Gotara bingehîn: Parsû

Parsû hestiyên dirêj, kevaneyî û pan in[5] Parsû li aliyê paşîya qefesa sîngê, ji herdu aliyên birrbirreyên sîngê ber bi pêşiyê, heta hestiyê sîngê dirêj dibin. Parsû kelêna singê (singekelên) ava dike. Hemû mirov, mêr û jin xwediyê 12 cot parsûyan e.[5] Hemû cotên parsûyan li aliyê piştê, rasterast bi birrbirreyên sîngê ve girêdayî ne.[7]

7 cot parsûyên mirov, wekî parsûyên rasteqîn, 5 cotên parsûyan jî wekî zirparsû tên navkirin.[1] Her yek ji parsûyên rasteqîn bi navbeynkariya kirkirkên parsûyê, rasterst bi hestiyê sîngê ve girêdayî ne.

Sê cotên zirparsû (parsûyên 8.,9.,û 10.) pêşî bi kirkirkê parsûya 7em ve girêdan ava dikin, paşê bi navbeynkariya kirkirka parsûya 7emîn hersê parsû bi hestiyê sîngê ve tên girêdan, ango sê coten zirparsû yek bi yek, rasterast bi hestiyê sîngê ve girê nabin.[5]

Du cotên zirparsû bi hestiyê sîngê ve girêdayî nîn in, loma wekî parsûyên serbest tên navkirin.[1]

Pelepeyker

  Gotara bingehîn: Pelepeyker

Pelepeyker ji piştêna sîngê, mil û destan, ling û pêyan û piştêna hewzê pêk tê.

Piştêna sîngê

Hestiyên ko herdu milan bi tewerepeykerê ve girê didin, piştêna sîngê pêk tînin. Piştêna sîngê du cor hestî, hestiyê pirika mil û defe (hestiyê bêrokê) li xwe digire.[3] Beşa çepê û ya rastê ya piştêna sîngê bi hevdu re girêdayî nîn in. Loma her beş ji hevdu cuda, bi awayekî xweser dikare kar bike. Pirika her beşê bi navbeynkariya gehek bizêw bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Ev rewş firsend dide tewahiya piştêna sîngê ko bi hesanî bilive û bi vî awayê jî livîna her mil û sermilê hêsantir bike.

 
Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk tê.

Mil û dest

Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk tê. Hestiyên mil û dest bi gehên bizêw bi hev re girêdayî ne.

Mil ji du beşan pêk tê, jorê mil û jêrê mil. Jorê mil ji hestiyek, jêrê mil ji du hestiyan pêk tê. Hestiyê beşa jorê mil wekî hestiyê bask (hestiyê bazû) tê navkirin. Ji herdu hestiyên jêrê mil, hestiyêyê stûr û kintir, wekî kewere tê navkirin. Kewere li aliyê tiliya mezin a dest de cih digire. Hestiyê dirêjtir û ziravtir ê jêrê mil jî wekî hestiyê enişkê (hestiyê zende) tê navkirin. Hestiyê enîşkê li aliyê tiliya qilîçkê ya dest de cih digire. Hestiyên jêrê mil, ango kewere û hestiyê enîşkê li kêleka hev ji enîşkê heta zendê dirêj dibin û bi hestiyên meçeke yên dest ve girê dibin. Hestiyên meçeke heîşt in. Li zendê destê de bi du rêzên bi awayekî çar û çar rêz dibin. Rêza aliyê jêrê mil bi kewereyê re, rêza aliyê dest jî bi hestiyên şeyê dest ve girêdayî ne. Hestiyên şeyê dest pênc in û li kefa dest de cih digirin. Her yekî ji şeyên dest, bi tiliyekî ve girêdayî ye.Hestiyên tiliyên destê 14 ne. Tiliya mezin ji du hestiyan, tiliyên din ji sê hestiyan pêk tên.

 
Piştêna hewzê ya jin û zilaman ne yek e.

Piştêna hewzê

Piştêna hewzê pêkhateya bi şeweyê bazinî ye li jêrê zikê mirov de cih digire. Piştêna hewzê ling û pêyan bi tewerepeykerê ve girê dide. Ji ber ko piştêna hewzê li bin giraniya laş de ye û berpirse ji bo livîna laş, piştêna hewzê bi besterên zexm, bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Piştêna hewza mirov ji hestiyên qorikê , hestiyê sêbende û hestiyê qilênce pêk tê. Piştêna hewzê ya jin û zilaman ne yek e. Dema ji dayikbûnê, dergûş di nav hestiyên qorikê derbas dibe. Loma divê firehiya piştêna hewzê bi têra xwe zêde be ko serê dergûşê tê de derbas bibe. Bi gelemperî piştêna hewza jinan ji hestiyên siviktir pêk tê. Herwisa hewza jinan bi qasî ya zilaman ne kur e û hê pirtir bi şêweyî bazinî ye.[3]

Ling û pê

 
Her ling û peyek ji 30 hestiyan pêk tê.

Rêzbûn, cih û hêjmara hestiyên ling û pê mîna yên hestiyên mil û dest in. Lê ji ber ko hestiyên ling û pê erkê kişandina giraniya laş û livînê bi cih tînin, piçek mezintir in û dibe ko gehên wan jî ji yên mil û dest piçek cuda bin. Her ling û peyek ji 30 hestiyan pêk tê.

1 ran, li beşa hêtê mirov de cih digire.

1 kulavê çokê, li aliyê pêşiyê çokê de cih digire.

1 qamîşe û 1 telezime, li beşa çîpê de cih digirin.

7 hestiyên bazinê pê

5 hestiyên şeyê pê

14 hestiyên pêçiyê

Çavkanî

  1. ^ a b c d Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b c d e f g McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  6. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  7. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.