Pelepeyker (bi latînî: skeleton appendiculare; bi inglîzî: appendicular skeleton) beşek ji peykerekoendama mirov e.

Pelepeyker beşek ji peykerekoendama mirov e.
Peykerekoendama mirov ji tewerepeyker û pelepeykerê pêk tê.

Pelepeyker ji piştêna sîngê, mil û destan, piştêna hewzê û ling û pêyan pêk tê.[1]

Piştêna sîngê herdu milan bi tewerepeykerê ve girê dide.

Piştêna sîngê (Kemera sîngê) biguhêre

  Gotara bingehîn: Piştêna sîngê

Hestiyên ko herdu milan bi tewerepeykerê ve girê didin, piştêna sîngê (kemera sîngê) pêk tînin. Piştêna sîngê du cor hestî, hestiyê pirika mil û defe (hestiyê bêrokê) li xwe digire. Ango piştêna sîngê mirov jj du hestiyên pirikê û du hestiyên berokê bi tevahî ji çar hestiyan pêk tê.[2]

Defe (bi latînî: scapula, bi inglîzî: shoulder blade) hestiyek pan û sêgoşeyî ye û her wekî hestiyê berok tê navkirin. Defe li aliyê piştê qefesa sîngê de, li ser parsûyên jorîn de cih digire. Hestiyên pirika mil û hestiyên bêrokê an go piştêna sîngê, ji boy masûlkeyên mil û piştê, rûyê girêdanê peyda dikin.

 
Mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk tê.

Mil û dest biguhêre

  Gotara bingehîn: Hestiyên mil û dest

Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk e.[2] Hestiyên mil û dest bi gehên bizêw bi hev re girêdayî ne.

Mil ji du beşan pêk tê, jorê mil û jêrê mil. Jorê mil ji hestiyek, jêrê mil ji du hestiyan pêk tê. Hestiyê beşa jorê mil wekî hestiyê bask (hestiyê bazû) (bi latînî: humerus) tê navkirin. Hestiyê baskê hestiyê herî dirêj û stûr e hestiyê mil e.[3] Hestiyê baskê bi seriyekî xwe ve bi hestiyê bêrok ve girêdayî ye, serê din ê hestiyê baskê jî li hêla anîşkê, bi herdu hestiyên jêrê mil ve girêdayî ye.[1] Ji herdu hestiyên jêrê mil, hestiyêyê stûr û kintir, wekî kewere (bi latînî: radius) tê navkirin. Hestiyê dirêjtir û ziravtir ê jêrê mil jî wekî hestiyê enişkê (hestiyê zende) (bi latînî: ulna) tê navkirin. Hestiyên jêrê mil, ango kewere û hestiyê enîşkê li kêleka hev ji enîşkê heta zendê dirêj dibin û bi hestiyên meçeke yên dest ve girê dibin. Hestiyên meçeke heîşt in.[1] Li zendê destê de bi du rêzên bi awayekî çar û çar rêz dibin[4]. Rêza aliyê jêrê mil bi kewereyê re, rêza aliyê dest jî bi hestiyên şeyê dest ve girêdayî ne.[4] Hestiyên şeyê dest pênc in û li kefa dest de cih digirin. Her yekî ji şeyên dest, bi tiliyekî ve girêdayî ye.

Hestiyên tiliyên destê 14 ne. Tiliya mezin ji du hestiyan, tiliyên din ji sê hestiyan pêk tên.[4]

Piştêna hewzê biguhêre

 
Piştêna hewzê lingan bi tewerepeykerê ve girê dide.
  Gotara bingehîn: Piştêna hewzê

Piştêna hewzê an jî piştêna qorikê (bi inglîzî: pelvic girdle / hips) pêkhateya bi şeweyê bazinî ye li jêrê zikê mirov de cih digire.

Piştêna hewzê ling û pêyan bi tewerepeykerê ve girê dide.[1] Piştêna hewza mirov ji hestiyên qorikê (bi inglîzî: hip bones), hestiyê sêbende û hestiyê qilênce pêk tê. Hestiyê qorikê cot in. Her yek ji hestiyê qorikê ne yek, lê ji sê hestiyên bi hevre zeliqî pêk tên. Hersê hestiyên qorikê; hestiyê kemaxe (bi latînî: ilium), hestiyê rûv (bi latînî: pubis) û hestiyê qûnê (bi latînî: ischium) ne.[5] Di temenê mindaliyê de di navbera hersê hestiyan de kirkirk heye, lê di temenê 13-15 saliyê de hersê hestî yek dibin û wekî hestîyê qorikê tê navkirin.[3]

Kemax biguhêre

Ji hersê hestiyên qorikê yê herî gir hestiyê kemaxê ye.[4] Hestiyê kemaxê li herdu kêlekên hewzê ber bi jor û paşiyê ve dirêj dibin û li paşiyê laş bi sêbendê re bi gehek nebizêw (nelivok) ava dikin. Hestiyê kemaxê bi alikî ve sêbendeyê ve girêdayî ne li aliyê jêr jî bi hestiyên rûv û qûnê ve girêdayî ne.

Hestiyê qûnê biguhêre

Hestiyê qûnê li jêr û ber bi aliyê paşîyê piştêna hewzê de cih digire.[6] Bi hestiyê rûv û kemaxê ve girêdayî ye. Gava mirov li ser qûnê rû dinê, giraniya mirov dikeve ser van hestiyan.[3]

Hestiyê rûv biguhêre

Beşa pêşî ya piştêna hewzê ji hestiyên rûv pêk te. Hestiyên rûv bi hestiyê kemaxê ve girêdayî ne û ji herdu aliyan ber bi aliyê pêşiyê laş dirêj dibin. Li pêşiyê de digihîjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê, bi gehek nebizêw girêdan ava dikin. Bi vî awayî di nav laş de pêkhateyek mîna hewz an jî legen ava dikin, ji vê pêkhateyê re tê gotin pîştêna hewz an jî piştêna legen. Piştêna hewzê ya jin û zilaman ne yek e. Dema ji dayikbûnê, dergûş di nav hestiyên qorikê derbas dibe. Loma divê firehiya piştêna hewzê bi têra xwe zêde be ko serê dergûşê tê de derbas bibe.[6]

Ling û pê biguhêre

  Gotara bingehîn: Hestiyên ling û pê

Rêzbûn, cih û hêjmara hestiyên ling û pê mina yên hestiyên mil û dest in. Lê ji ber ko hestiyên ling û pê erkê kişandina giraniya laş û livînê bi cih tînin, piçek mezintir in û dibe ko gehên wan jî ji yên mil û dest piçek cuda bin. Her ling û peyek ji 30 hestiyan pêk tê.[3]

Ran biguhêre

Beşa hêta lingê mirov de hestiyek heye bi navê hestiyê ran (bi latînî: femur). Ran wekî hestiyê hêtê jî tê navkirin[1]. Ran ji qorikê heta çokê dirêj dibe. Li çokê, serê jêrînê ran bi hestiyê çîpê ve girêdan ava dike. Hestiyên ran giraniya laş bi navbeynkariya hestiyên çîpê, diguhêzinin pêyan. Loma ran hestiyê herî gir, dirêj û yê herî giran e di laşê mirov de.[6]

 
Giraniya laş li ser ling û pêyan tov dibe, loma hestiyên lingê hestiyên herî dirêj û gir in.

Kulavê çokê biguhêre

Li çokê li aliyê pêşîyê geha çokê de hestiyek sêgoşeyî heye bi navê hestiyê kulavê çokê (bi latînî: patella, bi inglîzî: kneecap). Hestiyê kulavê çokê bi hestiyên din ve girêdayî nîn e, di nav jêyên masûlkeyên hêtê (ran) de cih digire, li aliyê jêrê jî bi besterên hestiyên çîpê ve girêdayî ye.[1]

Qamîşe û Telezime biguhêre

Beşa lingê ya ji çokê heta bazinê pêyê, wekî çîp tê navkirin. Du hestiyên çîpê hene, qamîşe (bi latînî: tibia) û telezime (bi latînî: fibula). Herdu hestiyên çîpê li gel hev bi awayekî paralel ji çokê heta pêyê dirêj dibin.

Qamîşe biguhêre

Li çîpê de hestiyê ko barê giraniya laş dikişîne qamîşe ye. Ji hestiyê ran şûnve, hestiyê duyemîn ê herî dirêj e.[4] Serê jorê qamîşe bi hestiyê ran ve giredayî ye. Di navbera herdu hestiyan dê geha çokê heye. Serê jêrê qamişeyê bi bazinê pê ve girêdayîye.

Telezime biguhêre

Telezime hestiyê herî zirav ê ling e. Serê jorê telezîmeyê bi qamîşeyê ve girêdayîye, serê jêr jî bi hestiyên bazinê pê ve girêdayî ye. Gûzika derve ya pê, ji niçika serê hestiyê telezime pêk tê.[5]

biguhêre

Hestiyên pê ji hestiyên bazinê pê, şeyên pê û pêçiyan pêk tê.

Heft hestiyên bazinê pê (bi latînî: ossa tarsi; bi inglîzî: tarsal bones) hene. Ji vana hestiyê paniyê yê herî gir e. Hestiyên bazinê pê dişibin hestiyên meçeke yên destê. Lê şêwe û rêzbûna hestiyên bazinê pê piçek cuda ye. Hestiyên bazinê pê ji du rêzan pêk tê rêza yekem ji sê hestiyan pêk tê û bi hestiyên çîpê ve girêdayî ne. Rêza duyem ji çar hestiyan pêk tê û bi hestiyên şêyên pê ve girêdayî ne.

Hestiyên şeyê pê (bi latînî: ossa metatarsi; bi inglîzî: metatarsal bones) pênc in, di navbera hestiyên bazinê pê û pêçiyan de cih digirin.[4]

Pêçî (bi inglîzî: toe) ji 14 hestiyên pêçiyê (bi latînî: phalanges) pêk tên. Hestiyê pêçiyan jî wek hestiyên tiliyan rêz dibin.[6] Pêçiya mezin (pêçiya beranê) ji du hestiyên pêçiyê pêk tê. Her yek ji pêçiyên din ji sê hestiyên pêçiyê pêk tên.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e f Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ a b c d McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ^ a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.