Kiloxê mirov

Kilox, kiloxê serî an jî kelleserê mirov (bi latînî: cranium; bi înglîzî: skull), beşek ji tewerepeykerê ye.

Kilox beşek ji tewerepeykerê ye.

Kilox mejiyê diparêze û destek dide bo pekhateyên ser rûyê mirov[1]. Kilox ji 22 hestiyan pêk tê û hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire[2]. Kilox dabeşî du beşan dibe; hestiyên serî (bi îngilîzî: cranial bones) û hestiyên rûyê (bi îngilîzî: facial bones)[3]. Herwisa hestîkên bihîstine û hestiyê ziman jî wekî hestiyên di kiloxê de tên hesîbandin. Di laşê mirovê pêgihîştî de 21 heb ji hestiyên kiloxe bi gehên nebizew in, tenê 1 hestiyek kiloxê, hestiyê çena jêrîn bi geha bizew e[1].

Hestiyên serîBiguherîne

 
Kilox hestiyên pan û hestiyên bêserûber li xwe digire.

Hestiyên serî 8 in[4]. Di laşê mirovên pêgehiştî de ev 8 hestî bi gehên nebizêw (nelivok) bi hev re girêdayî ne, bi vî awayî kiloxekelênê pêk tînin. Mejî di nav kiloxekelênê de cih digire. Ango mejî di nav kiloxekelênê de ji aliyê hestiyên serî ve tê parastin. Ji bilî wê, hestiyên serî bingehek req e ji bo girêdana masûlkeyên serî û stûyê.

Navê 8 hestiyên serî:

  • Hestiyê eniyê (bi îngilîzî: frontal bone)
  • 2 Hestiyên beleguhê (bi îngilîzî: temporal bone)
  • 2 Hestiyên cênikê (bi îngilîzî: sphenoid bone)
  • Hestiyê tasa serî (bi îngilîzî: parietal bone)
  • Hestiyê patikê (bi îngilîzî: occipital bone)
  • Hestiyê bêjingî (bi îngilîzî: ethmoid bone)[1]

Hestiyên rûyêBiguherîne

 
Kiloxê serê mirov ji 22 hestiyan pêk tê.

Rûyê mirov ji 14 hestiyan pêk tê[4]. Hestiyên rûyê ji bo endamên hestê (çav, dev û difin) kelênên piçûk (valahî) ava dikin. Bi vî awayî devê coga henaseyê û coga herîsê diparêzin. Herwisa ji bo masûlkeyên rû bingehek req ava dikin.

Navê 14 hestiyên rûyê[3]:

  • Hestiyên difinê (bi îngilîzî: nasal bones)
  • Hestiyên çena jorîn (bi îngilîzî: maxillary bones)
  • Hestiyên hinarikê (bi îngilîzî: zygomatic)
  • Hestiyê melaşû (bi îngilîzî: palatine)
  • Hestiyê vomer
  • Hestiyên kaniya çav (bi înglîzî: lacrimal bones)
  • Konkaya jêrê difinê (bi îngilîzî: inferior nasal conchae)
  • Çena jêrîn (bi îngilîzî: mandible)

Hestiyê vomer û çena jêrîn tek, hemû hestiyên din ê rûyê cot in[5]

 
Hestîkên bihîstinê di nav hestiyê beleguhê de cih digirin.

Hestîkên bihîstinêBiguherîne

Hestîkên bihîstinê di guhê naverast de , di nav hestiyê beleguhê de cih digirin[6]. Karê sereke yê van hestîkan guhêztina pêlên dengan e[7]. Gava pêlên deng li ser perdeya guh dikevin, perdeya guhê dilerizînin, hestikên bihîstinê hêza lerizên ji perdeya guhê 22 car bilintir dikin û diguhêzinin ser kuna hêlkeyî ya lûlpêçê[6].Li her guhek de sê hestikên bi navê çekûç, dezgeh û zengû heye. Hestîkên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laş de.

Hestiyê zimanêBiguherîne

 
Hestiyê zimanê dişibe nalên hespan

Bi eslê xwe hestiyê zimanê (bi îngilîzî: hyoid bone) di kiloxê de cih nagire, lê ev hestî jî beşek ji hestiyên tewerepeykerê ye û nêzê kiloxê ye[8]. Hestiyê zimanê bi şeweyê nalên hespan e[2]. Hestiyê ziman li bin çena jêrîn, li aliyê pêş ê stû de cih digire. Ji bo ziman wekî bingehek livok kar dike. Hestiyê ziman bi tu hestî ve girê nîn e[5]. Hestiyê zimanê bi masûlkeyên çeneyê, qirrik û ziman ve girêdayî ye[1].

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b c d Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  4. a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  7. Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  8. Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.