Guhê navî
kevaneyîGuhê navî (bi îngilîzî: inner ear) endamên bihîstinê û hevsengiyê lixwe digire.
Di guhê navî de pêkhateya bi navê labîrent heye. Labîrent ji cog û kîsikên bi hev re girêdayî pêk tê[1]. Labîrent ji du çînan, çîna hestî û çîna perdeyî pêk tê. Wekî mîna lûleyên di nav lûleyan de, çîna hestî li aliyê derve, çîna perdeyî jî li aliyê hûndir ve torek ava dikin[2]. Ango di hundirê labîrenta hestî de labîrenta perdeyî heye. Guhê derve û guhê naverast bi hewayê, lê guhê navî bi şileyê tijî ye. Guhê navî, labîrent ji sê beşên serekî pêk tê[2],
1.dalan ( bi îngilîzî: vestibule)
2.cogên kevaneyî (bi îngilîzî: semicircular canals)
3.lûlpêç (bi îngilîzî: cochlea)
Dalan
biguhêreBeşa herî nezikê guhê naverast e. Li ser dîwarê aliyê guhê naverast a dalanê de, kuna hêlkeyî û kuna bazinî cih digire. Dalan du kîsikok lixwe digire, navê van kîsokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene. Mûxane corekî hestewergir e[3]. Mûxaneyên nav kîsikokan, bi navbeynkariya mîkanîkewergirên xwe, li gor arasteya rakêşê(erdkêşî), hevsengiya laş rêk dixin. Dalan di navbera cogên kevaneyî û lûlpêçê de cih digire.
Cogên kevaneyî
biguhêreJi sê lûleyên bi şeweyî kevan pêk tê. Devê cogan vedibe nav dalanê. Hersê cog wisa cih bûne ko, livîna kiloxê ya bo her alî, jorê, jêrê,çepê, rastê û xwarê hest dikin. Parastina hevsengî erkê cogên kevaneyî ye. Ango cogên kevaneyî û mejîk hevsengiya laş rêk dixin û diparêzin.
Lûlpêç
biguhêreŞeweyî lûlpeçê dişibe qalikê şeytanokê. Aliyê binî ya lûlpêçê fire ye û bi dalanê ve girêdayî ye, aliyê serik jî ko ye. Panîbirgeh (bi ingilîzî: cross-section) a lûlpêçê ji du perde û sê cogan pêk tê[4].
1.Coga serî an jî coga dalanî( bi îngilîzî: scala vestibuli)
2.coga naverast an jî coga lûlpêçî ( bi îngilîzî: cochlear duct)
3.coga binî an jî coga perdeyî (bi îngilîzî: scala tympani)
Coga serî ji kuna hêlkeyî dest pê dike heta serikê lûlpêçê dirêj dibe[5]. Coga serî bi şileya perîlîmf tijî ye. Coga naverast (coga lûlpêçî) bi şeweyî sêgoşehî ye, di navbera coga serî û ya binî de dirêj dibe. Coga lûlpêçî ji labîrenta perdeyî pêk tê û bi şileya endolîmf tijî ye. Hestewergirên bihîstinê di coga lûlpêçî de cîh digirin. Coga binî jî bi şileya perîlîmf tijî ye, coga binî li dûmahika coga dalanî, ji serikê lûlpêçê dest pê dike û di kuna baznî de bi dawî dibe. Ango herdu cog bi hev re girêdayî ne.
Endamê Corti
biguhêreLi ser rûyê jorîn a coga bînî de xaneyên rûkêş bi awayekî taybet rêz dibin ji boy avakirina endamê Corti[5]. Endamê Corti ( bilêvkirin: kortî) endamê hestê bihîstinê ye. Ev endam ji aliyê zanyarê îtalî Alfonso Corti (1822-1876) ve hatiye kefşkirin[6]. Di nav endamê Corti de mûxane hene. Mûxane mîkanîkewergir in. Livîna endamê Corti dibe sedema tewîna(çemîn) mûxaneyan. Li mûxaneyan de erkê kar ava dibe, ji mûxaneyan derdana demareguhêzar dest pêdike, demareguhêzer bandor li ser demarên bihîstinê dike .
Çavkanî
biguhêre- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
- ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
- ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
- ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
- ^ Betlejewski S. Nauka a zycie--historia markiza Alfonso Cortiego [Science and life--the history of Marquis Alfonso Corti]. Otolaryngol Pol. 2008;62(3):344-347. doi:10.1016/S0030-6657(08)70268-3