Taqa

Gundekî Midyada Mêrdînê
(Ji Taka hat beralîkirin)

Taqa (bi tirkî: Oyuklu), gundekî bi ser navçeya Mêrdînê Midyadê ye. Taqa 14 km durî Midyadê ye, di navbera gundên Mizîzex, Xerabya û Heynwertê da dimînê. Niştecihên gund bi tevahî êzîdî bûn û koçî Ewropayê kirina. Taqa ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin.

Taqa
Oyuklu
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Midyad
Demografî
Gelhe (1990) 26 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°23′38″Bk 41°28′7″Rh / 37.39389°Bk 41.46861°Rh / 37.39389; 41.46861
Bilindayî 940 m
Koda postayê 47500
Koda telefonê (+90) 482
Taqa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Taqa
Taqa
Taqa (Tirkiye)
Map

Taqa û gundiyên gundê Taqa wekî Heverka têne nasîn, di salên 1922 û 1925 da bi rêberiya Haco herema Midyadê dikevê nava tevgereke kurdperwer. Tevî hemî alîgir û eşîra hevêrka êdî di qesra Seyxo da dimînê asê û nêzî 30 rojî şerekî bê navber ji aliyê Çelebiyê Osmên ve tên ser Haco û alîgirê wî. Haco di ser Heynwertê ra derbasî Helexê dibê. Ji wê derbasî sinsila Bagokê dibê û li Badibê jî demkê dimînê, lê dizanê ku debar nabê êdî xwe li xeta Ferensawî digirê û berê xwe didê binxeta bê vegera nav êla heverka.

Mam Usif, Mirad, Dor û Pîr Pûb xwedanê roja kevnare yên derdorên gundê Taqa ne.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe
2008 ?
1990 26[1]
1985 243[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Yerelnet, Oyuklu, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 nîsan 2011

Girêdanên derve biguhêre